Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeya NBC Newsê, êrişên Îranê yên bi mûşek û dronan ên li Rojhilata Navîn “zerereke nedîtî” gihandiye dezgehên sîxuriyê û alavên çavdêriyê yên Amerîkayê.
NBC Newsê nûçeya xwe spart 4 çavkaniyên ku li ser mijarê agahdar in.
Di nûçeyê de hat gotin ku di êrişan de avahî û alavên komkirina agahiyan ên CIA û saziyên din ên sîxuriyê yên Amerîkayê zerer dîtiye.
Tê çaverêkirin ku ji bo sererastkirin an jî guhertina alavên sîxuriyê bi milyaran dolar lazim bin.
Çavkaniyan diyar kir ku asta wêraniyê ji hemû zererên ku heta niha gihîştine saziyên sîxuriyê yên Amerîkayê mezintir e.
Aloziyên li Rojhilata Navîn
Piştî ku Amerîka û Îsraîlê meha sibatê bi hev re êrişî Îranê kir, li Rojhilata Navîn alozî bêhtir bûn.
Tehranê jî ji bo tola xwe êrişî welatên herêmê kir hebûna Amerîkayê li wan heye.
Îran û Amerîka nîvê meha hezîranê bi navbeynkariya Pakistanê ji bo bidawîkirina şer û gihîştina peymaneke aştiyê ya mayînde memorandumeke têgihiştinê îmze kiribû.
Lê belê piştî nîqaşên li ser şertên memorandumê û hatin û çûyîna di Tengava Hurmizê re -ji bo enerjiyê rêyeke krîtîk e- dan û standin têk çûn.
_(1).webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
