NY daxwaz ji Tirkiyê dike lêkolînekê li ser tawanên li Rojava bike

18-09-2020
RÛDAW
Nîşan Grûpên Çekdar Michelle Bachelet Efrîn Serê Kaniyê Girê Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rapora Komîteya Lêkolînan ya Navdewletî, Komîsyona Mafê Mirovan ya Netewên Yekbûyî (NY) jî daxwaz ji Tirkiyê kir ku rêzê li yasaya navdewletî bigire û kiryarên grûpên çekdar yên girêdayî wê li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê rawestîne û lêkolîneke serbixwe derbarê tawanên çekdaran de bike.

Komisyara Mafê Mirovan Michelle Bachelet ragihand, ku di mehên borî de, li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî kiryarên kuştin, revandin û dest danîna ser milk û malên xelkê gelekî zêde bûye û rewşa wan navçeyan gelek xirab e.

Komisyara Komîsyona Mafê Mirovan ya  Netewên Yekbûyî tekez kir, ku ji 1ê meha Çileya îsal ve û heta 14ê Êlûnê, herî kêm li wan navçeyan 116 kes hatine kuştin, hin ji wan ji ber teqînan jiyana xwe ji dest dane, di nav wan de 15 jin û 20 zarokan hene.

Herweha da zanîn, ku grûpên çekdar li wan navçeyan dest danîne ser mal û milkê xelkê, talan kirin, fidiye standin, kiryarên revandinê, kuştin û êşkencekirinê radibin, û heta niha jî çarenivîsa gelek girtiyan ne diyar e.

Komisyona Mafê Mirovan ya Netewên Yekbûyî daxwaz ji Tirkiyê kir, ku rêzê li yasaya navdewletî bigire û kiryarên grûpên çekdar yên girêdayî wê rawestîne.

Herweha tekez kir, ku ew hest bi metirsiyê dike, di derbarê veguhestina girtiyan ji Efrîn, Serê Kaniyê bo nav Tirkiyê.

Komîsyara NY bo Mafên Mirov tekez dike ku divê ew kes bên cezakirin ku hinek ew kiryar kirine dibe li gor yasayên navdewletî wek tawana şer bên dîtin.

Hevdem zêdebûna şer di navbera grûpên çekdar ên desthilat, jiyana xelkê û jêrxaneya wan deveran xistiye metirsiyê

Komîsyara Komîsyona Mafê Mirovan ya Netewên Yekbûyî ji bikaranîna av, kareba û pêdawîstiyên din wek kerestiyek ceng nîgeraniya xwe derbirî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst