Hewlêr (Rûdaw) - Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li Tengava Hurmizê êrişî keştiyekê hatiye kirin.
UKMTOyê diyar kir ku agirê bi keştiyê ketiye hatiye vemirandin.
UKMTOyê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Tengava Hurmizê li ser rûdaneke deryayî agahî gihîştiye wan.
Li gorî agahiyên ku rayedarên xwecihî dane, cebilxaneyeke ku çavkaniya wê nayê zanîn li keştiyekê ketiye.
Hat destnîşankirin ku agirê bi keştiyê ketiye hatiye vemirandin.
Hat ragihandin ku rewşa hemû xebatkarên keştiyê baş e û ti kes winda nebûye.
Her wiha hat diyarkirin ku bûyerê ti bandora neyînî li jîngehê nekiriye.
Hişyariya ji bo keştiyan
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku rayedaran li ser bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.
UKMTOyê hişyarî da keştiyên li herêmê ku baldar bin.
Her wiha ji wan xwest ku rewşên gumanbar ji UKMTOyê re ragihînin.


