Biden: Mafê Îsraîlê heye ku serkirdeyên Hemasê îmha bike

48 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Serokê Amerîkayê Joe Biden Yehya Sînwar Şerê Xezeyê Artêşa Îsraîlê Filistîn Kamala Harris Şerê Hemas û Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser kuştina Yehya Sînwar axivî û diyar kir ku mafê Îsraîlê heye serkirdeyên Hemasê yên li jêrzemînan îmha bike.

Joe Biden tekez kir ku Hemas êdî nikare êrişeke din a wekî 7ê Çiriya Pêşînê dubare bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser kuştina Yehya Sînwar peyamek belav kir û got:

"Piştî kuştina Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sînwar dê rojeke nû ji bo tevahiya cîhanê dest pê bike."

Joe Biden her wiha da zanîn ku ew dê di demeke nêzîk de bi Netanyahu re li ser dîlan û bidawîkirina şer biaxive.

Joe Biden tekez kir ku niha derfetek ji bo Xezeyê heye ku bêyî desthilatdariya Hemasê bibe xwedî paşerojekê.

Biden amaje bi wê yekê jî kir ku Sînwar berpirsê kuştina bi hezaran Îsraîlî, Amerîkî, Filistînî û welatiyên 30 welatan e.

Alîkara Serokê Amerîkayê û namzeda serokatiyê Kamala Harrisê jî li ser kuştina Sînwar wiha got:

"Mafê Îsraîlê ye ku xwe biparêze. Divê hemû dîl werin berdan û êş û azar bi dawî bibe.

Şerê Xezeyê li Rojhilata Navîn bû sedema bêîstiqrariyeke din.

Piştî kuştina Sînwar, li wir niha derfet heye ku ku şer rawestînin.”

Îşev artêşa Îsraîlê kuştina Yehya Sînwar bi fermî ragihand.

Medyaya fermî ya Îsraîlê ragihandibû ku Yehya Sînwar hatiye kuştin.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê dabû zanîn ku Yehya Sînwar di operasyoneke Artêşa Îsraîlê ya li Refahê de hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê dîmenên êrişa Yehya Sînwar belav kirin.

Yehya Sînwar piştî kuştina Îsmaîl Heniyê bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê. 

Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê di êrişeke Îsraîlê hatibû kuştin.

Yehya Sînwar kî ye?

Yehya Sinwar sala 1962yan li Xan Yûnisê ji dayîk bûye.

Piştî ku xwendina xwe ya lîseyê li bajarê xwe qedand û xwendina xwe li Zanîngeha Îslamî ya Xezeyê domand. 5 salan bi awayekî çalak di meclîsa xwendekaran a zanîngehê de cih girt.

Yehya Sînwar bi nêzîkbûna xwe ya bi Ehmed Yasînê ku yek ji damezirînerên Hemasê ye tê naskirin.

Wî dawiya salên 80yî di avakirina yekemîn baskê çekdarî yê tevgerê de cih girt û gelek fermanên Ehmed Yasîn bi cih anîn.

Beşdarî damezirandina yekem desteya asayîşa tevgerê bû ku bi navê “Mejd” tê naskirin û yekem berpirsê yekîneya ewlehiyê bû.

Sînwar bi kesayetiya xwe ya tund tê naskirin.

Sînwarê ku cara yekem sala 1982yan ket girtîgehê, sala 1988an cara duyem hate girtin û 22 salan di zindanên Îsraîlê de ma.

Ew yek ji wan 1027 girtiyên Filistînî bû ku di dema bihevguhertina dîlan de li hemberî berdana leşkerê Îsraîlî Gilad Şalit a sala 2011ê hat berdan.

Sînwar sala 2017an wekî Serokê Birêvebiriya Hemasê ya Xezeyê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst