Netanyahu: Şer bi kuştina Yehya Sînwar bi dawî nebûye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Yehya Sînwar Şerê Xezeyê Şerê Hemas û Îsraîlê Artêşa Îsraîlê Îsmaîl Heniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser kuştina Yehya Sînwar peyamek belav kir û diyar kir ku bi kuştina Sînwar şer bi dawî nebûye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser kuştina Serokê Ofîsa Siyasî  ya Hemasê Yehya Sînwar peyamek belav kir.

Benjamin Netanyahu amaje bi dîlên Îsraîlê yên di destê Hemasê de kir û wiha got:

"Yehya Sînwar ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin lê belê şer hîn bi dawî nebûye. Gelek zehmetî li pêşiya me  hene.

Heta ku hemû dîl neyên rizgarkirin Şerê Xezeyê dê bi dawî nebe. Hemas dê careke din nikare Xezeyê kontrol bike.”

Îşev Artêşa Îsraîlê kuştina Yehya Sînwar bi fermî ragihand.

Medyaya fermî ya Îsraîlê ragihandibû ku Yehya Sînwar hatiye kuştin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê ji AFPyê re ragihandibûn ku testên DNAyê nîşan didin ku Yehya Sînwar hatiye kuştin.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê dabû zanîn ku Yehya Sînwar di operasyoneke Artêşa Îsraîlê ya li Refahê de hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê dîmenên êrişa Yehya Sînwar belav kirin.

Yehya Sînwar piştî kuştina Îsmaîl Heniyê bûbû Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê. 

Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê di êrişeke Îsraîlê hatibû kuştin.

Yehya Sînwar kî ye?

Yehya Sinwar sala 1962yan li Xan Yûnûsê hatiye dinê.

Piştî ku xwendina xwe ya lîseyê li bajarê xwe qedand û xwendina xwe li Zanîngeha Îslamî ya Xezeyê domand. 5 salan bi awayekî çalak di meclîsa xwendekaran a zanîngehê de cih girt.

Yehya Sînwar bi nêzîkbûna xwe ya bi Ehmed Yasînê ku yek ji damezirînerên Hemasê ye tê naskirin.

Wî dawiya salên 80yî di avakirina yekemîn baskê çekdarî yê tevgerê de cih girt û gelek fermanên Ehmed Yasîn bi cih anîn.

Beşdarî damezirandina yekem desteya asayîşa tevgerê bû ku bi navê “Mejd” tê naskirin û yekem berpirsê yekîneya ewlehiyê bû.

Sînwar bi kesayetiya xwe ya tund tê naskirin.

Sînwarê ku cara yekem sala 1982yan ket girtîgehê, sala 1988an cara duyem hate girtin û 22 salan di zindanên Îsraîlê de ma.

Ew yek ji wan 1027 girtiyên Filistînî bû ku di dema bihevguhertina dîlan de li hemberî berdana leşkerê Îsraîlî Gilad Şalit a sala 2011ê hat berdan.

Sînwar sala 2017an wekî Serokê Birêvebiriya Hemasê ya Xezeyê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst