Libnan - Ji ber teqîna amûran 8 kes mirin 280 kes birîndar bûn

4 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenê ambûlansê li Libnanê û amûra Pagerê \ Wêne:Rûdaw Grafîk
Dîmenê ambûlansê li Libnanê û amûra Pagerê \ Wêne:Rûdaw Grafîk
Nîşan Libnan Hizbulaha Lubnanê Xeze Îsraîl Beyrût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê diyar kir ku ji ber teqîna amûrên pêwendiyê 8 kes mirin û 280 kes jî birîndar bûn.

Piştî nîvroyê cihazên pêwendiyê yên çekdarên Hizbulaha Libnanê teqiyan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Firas Abiad piştî êrişan di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.

Li gorî gotina Firas Abiad, ji ber teqîna amûrên pêwendiyê 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û 8 kes jî mirin.

Firas Abiad behsa rewşa tenduristiya birîndaran kir û wiha berdewam kir:

"Gelek birîndaran berê xwe da nexweşxaneyên Libnanê. Li gorî lêkolînên destpêkê, birînên wan ji ber teqîna amûrên pêwendiyê bûne.

Ez ji welatiyan dixwazim ku yên xwediyê wê amûrê nê xwe ji bikaranîna wê amûrê dûr bigirin.”

 Balyozê Îranê yê Libnanê jî birîndar bûye

Li gorî MEHR Newsê ku ajanseke Îranê ye, Balyozê Îranê yê Libnanê Mucteba Emanî jî ji ber teqîna wê amûra pêwendiyê birîndar bûye.

Li  gorî nûçeyên medyaya Îranê rewşa tenduristiya Mucteba Emanî baş e û birîna wî sivik e.

Piştî destpêkirina Şerê Xezeyê, Hizbulahê ji çekdarên xwe xwestibû ku ji bo xwe parastinê sîstem û amûrên diyarkirî yên pêwendiyê bi kar bînin.

Her wiha Hizbulahê ji bo rê li ber êrişê Îsraîlê bigire ji çekdarên xwe xwestibû ku telefonan bi kar neyînin.

Çekdarên Hizbulahê di nava xwe de amûra pêwendiyê ya bi navê "Pager"ê bi kar tînin.  

 Pager amûreke pêwendiyê ye. Beriya ku telefon li bazaran zêde bibin dihatin bikaranîn.

Hizbulahê jî li ser êrişê daxuyanî belav kir û diyar kir ku Îsraîlê ew êriş pêk anîne.

Heta niha Îsraîlê li ser vê êrişa elektronî ya li Libnanê ti daxuyanî nedaye.

Ji destpêka şerê Xezeyê Hizbulah û Îsraîl her roj şerê hevdû dikin.

Şer û pevçûnên li başûrê Libnanê û bakurê Îsraîlê bûye sedema koçberbûna bi hezaran kesî.

Ji ber şerê Îsraîl û Libnanê heta niha li Libnanê 623 kes hatin kuştin ku 142 kes ji wan sivîl in.

Her wiha ji ber êrişên mûşekî yên Hizbulahê yên li aliyê Îsraîlê jî 24 leşker û 26 sivîl hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst