Enqere û Bexda meyla xwe didin ser PKKyê

16-08-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Şandeyên Tirkiye û Îraqê / Wêne: AA
Şandeyên Tirkiye û Îraqê / Wêne: AA
Nîşan Enqere Bexda PKK Şande Vîze
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Mijara sereke ya şandeyên Tirkiye û Îraqê PKK ye.

Bi beşdariya wezîrên karên derve yên Tirkiye û Îraqê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 4emîn Civîna Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Asta Bilind û Yekemîn Civîna Koma Plangeriya Hevbeş a Tirkiye û Îraqê hat kirin.

Piştî civînê du biryarên girîng hatin dayîn, yek ji wan ew e ku êdî dê baregeha serbazî ya Tirkiyeyê ya Başîkê radestî Îraqê bê kirin.

Herwiha dê welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên di bin 15 salî û di ser 50 salî re êdî bê vîze herin û werin.

Meseleya vîzeyê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan agahiya rakirina vîzeyê bi vî awayî da:

“Di dema seredana birêz serokomarê me ya Bexdayê de me li hev kiribû ku ji bo birayên me yên Îraqî yên di bin 15 salî û di ser 50 salî re ne vîze bê rakirin. Ev jî dê 1ê Îlonê dest pê bike, pîroz be.”

Fuad Husên: PKK metirsî ye

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî bal kişand ser meseleyên “ewlehiyê” û got:

“Babeteke din a ku me gotûbêj li ser kirin mijara hebûna PKKyê bû.

Çi li Qendîl û Mexmûr be, çi li Şingal yan li devere din yên Îraqê be, me behsa wê yekê kir ku PKK kêşe û metirsî ye ji bo Herêma Kurdistanê û herêmên din ên Îraqê.

Hebûna PKKyê metirsî û xeterî ye li ser pêvajoya demokrasiyê û civaka Îraqê.”

Medya PKKyê derdixe pêş

Seredana şandeya Îraqê, li Tirkiyeyê zêdetir di çarçoveya dosyaya PKKyê de girîng tê ditin û beşeke zêde ya medyaya Tirkiyê û aliyên nêzîkî Hikumetê wisa dibînin ku Tirkiye li Îraqê gihiştiye gelek armancên xwe.

Medyaya Tirkiyeyê fikra ku “di mijara tekoşîna li dijî PKKyê de jî hevahengiya di navbera Enqere û Bexdayê de zêdetir bûye” derdixe pêş.

“Îraq cidî ye”

Pisporê ORSAMê Bîlgay Duman zêdetir bal kişand kesên di nava şandeyê de û got:

“Îraq cara yekê ye ku ew qasî cidî û bi hemû saziyên xwe li ser mijarê disekine.

Dema em li şandeya Îraqê binêrin, Wezîrê Parastinê heye, Berpirsê Dezgeha Îstixbaratê heye, Berpirsê Heşda Şebiyê heye û Rêbiwar Ehmed heye.

Wate Îraq bi hemû saziyên xwe û bi tensîq li dijî terorê hatiye ser xet. Ev jî vê peymanê bo Tirkiyeyê girîng dike.”

Şandeya Îraqê ya ku çûbû Enqereyê ji Wezîrê Karên Derve Fuad Husên, Wezîrê Parastinê Sabit Riza el Ebasî, Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz û Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed pêk hatibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst