Bexdayê bo Enqerê: Operasyonên xwe yên yekalî rawestînin

16-06-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Iraq Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Iraqê, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bo wezaretê bang kir û hişyarî dan ku artêşa Tirkiyê êrişên xwe yên li Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna binkeyên PKKê, rawestîne.

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bi sedema êrişên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê, bo wezaretê bang kirine û bi rêya wî hişyarî dane Tirkiyê.

Li gor daxuyaniyê, Wezareta Derve ya Iraqê liv û tevgerên artêşa Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê, li dijî rêkevtin û hiqûqa navnetewî û peywendiyên dotane yên cîrantiyê û serweriya hikûmeta Iraqê pênase dike û ew êrişên Tirkiyê şermezar kirine.

Iraqê  ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku operasyonên leşkerî yên yekalî demildest rawestîne û dibêje: “Hikûmeta Iraqê amade ye di warê parastina ewlehiyan sînoran de hevkariyê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst