Îsraîl: Bombebarana me ya Xezeyê tenê destpêk e

14-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Xeze Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku bombebarana artêşa wî welatî ya li Xezzeyê tenê destpêka bersiva êrişên Hemasê ye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrişek li Xezeyê pêk aniye û ew êriş jî wekî destpêk e ji bo operasyoneke berfireh a bi beşdariya bi dehan hezar leşkerên.

Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, hêzên wan bi çekên giran û sivik li benda fermana destpêkirina operasyoneke bejayî ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî piştî vê daxuyaniya artêşê, gotarek pêşkeş kir û got:

“Dijminên me berdêla karên xwe didin. Ez nikarim bidim zanîn ka dê çi bibe lê ez dikarim ji we re dibêjim ku ev bombebarana me tenê destpêk e.”

Netanyahu gefa xwe ya Hemasê nehêle dubare xwar û got:

“Em dê ti carî efû nekin. Nabe cîhan hovatiya tawanên Hemasê ya li hemberî gelê Cihû ji bîr bike. Em dê bi hêzeke bêsînor li dijî dijminên xwe şer bikin.”

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de di roja heftemîn de berdewam e. Heta niha ji her du aliyan zêdeyî 3 hezar kesî hatine kuştin û zêdeyî 9 hezar kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê ji bo operasyoneke bejayî li dijî Hemasê di nav Xezeyê de bide destpêkirin, ji Filistîniyên li bakurê Xezeyê xwest ku derbasî başûrê wê herêmê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst