Tirkiyeyê li ser PKKyê çi ji Îraqê xwestiye?

10-09-2024
Nîşan Tirkiye Îraq PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebas got, “Tirkiyeyê xwestiye em meseleya PKKyê bi şiklê ku me bi Îranê re kiriye çareser bikin.”

19ê Adara 2023yan di navbera Îran û Îraqê de peymaneke ewlehiyê hatibû îmzekirin.

Li gorî xaleke vê peymanê divê Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ji sînorên Başûr u Rojhilatê Kurdistanê werin dûrxistin.

Tirkiye formula Îranê dixwaze

Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebas di bernameyeke televîzyonê de diyar kir ku Tirkiye jî ji bo gerîlayên PKKyê karekî wiha dixwaze û got:

 “Me bi Tirkiyeyê re diyalog daniye. Em hewl didin bi Tirkiyeyê re li hev bikin da ku grûpên çekdar ên ku li dijî wan çekan bi kar tînin ji sînor werin dûrxistin.

Tirkiyeyê xwestiye em meseleya PKKyê bi şiklê ku me bi Îranê re kiriye çareser bikin.”

“Baregehên PKKyê hatine girtin”

Sabit Ebas diyar kir wan baregehên PKKyê girtine û li pey çû:

“Baregehên PKKyê li gorî biryara dadgehê hatine girtin û hinek partî hatine qedexekirin.”

“Hikûmeta Îraqê ji ber tevgera PKKyê dilgiran e”

Wezîrê Parastinê yê Îraqê got “PKKyê tevgera xwe ya li Îraqê zêde kiriye” û berdewam kir:

“Hikûmeta Îraqê ji ber tevgera PKKyê dilgiran e. Hewl didin hinek kesan bibin aliyê xwe.

Haya me jê heye ku li Nasiriye û Semaweyê hinek kesan pêwendî bi PKKyê re daniye.”

Şandeyên Tirkiye û Îraqê 15ê Tebaxê li Enqereyê gelek peyman îmze kirin û bi taybetî giraniya Tirkiyeyê li ser PKKyê bû.

Divê were gotin ku Tirkiye bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê ketiye beşeke axa Herêma Kurdistanê û baregehên xwe danîne.

“Me zext li Tirkiyeyê kiriye ku vekişe”

Sabit Ebas li ser vê mijarê jî got:

“Me zext li Tirkiyeyê kiriye ku wan herêman radestî Pêşmergeyan an hêzên Îraqê bike.

Reşnivîsa peymanekê heye û Tirkiyeyê gotiye ku ew amade ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst