Îsraîlê êrişî konan kir: Bi dehan kuştî hene

10-09-2024
Nîşan Îsraîl Xan Yûnis Kon Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezeyê êrişî konên Filistîniyên jiwarêxwebûyî kir, 40 kes hatin kuştin û 60 birîndar hene.

Li gorî agahiyên ku tên, balafirên şer ên Îsraîlê bi 3 mûşekan êrişî herêma El-Mewasiyê kiriye ku tê gotin ewle ye û Filîstiniyên ku ji warê xwe derketine lê dimînin.

Tê gotin ku 20-40 kon şewitîne û gelek kes di bin xîzê de mane.

Tê pêşbînîkirin ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Berdevkê Gerînendehiya Parastina Sivîl a Xezeyê Mehmûd Besal ji Al Jazeerayê destnîşan kir ku hinek malbat bi tevahî tune bûne.

Tê ragihandin ku xeyn ji kuştiyan bi dehan kes jî di bin xîzê de winda bûne.

Îsraîlê diyar kir ku li wê herêmê Hemasî hene lê Hemasê got ku ew angaşt ne rast in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst