Şandeyeke Îraqê diçe Enqereyê

09-08-2024
Nîşan Hakan Fîdan Şande Îraq Tirkiye Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku hefteya pêşiya me dê şandeye Îraqê here Tirkiyeyê.

Hakan Fîdan li Stenbolê bi Wezîrê Karên Derve yê Qerebaxê Ervîn Îbrahîmovîc re civiya.

Fîdan û Ervîn Îbrahîmovîc piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê behsa pêwendiyên Tirkiye û Îraqê û got ku hewlên wan ên ji bo bipêşxistina pêwendiyan berdewam dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 13 salan Nîsana îsal çû Îraqê û hat Herêma Kurdistanê.

Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî “Peymana Çarçoveya Hevkariya Qada Avê" û “Peymana Lihevkirina Çarçoveya Stratejîk” îmze kirin.

Ji bilî her du peymanan 25 peymanên din ên di warên cûda de jî hatin îmzekirin.

Hakan Fîdan amaje bi wê serdanê û wan peymanan da û got:

 “Xebatên me yên ji bo bipêşvebirina pêwendiyan bi Îraqê re berdewam dikin.

Bi taybetî piştî serdana serokkomarê me û îmzekirina 27 peymanan xebatên her du welatan didomin.

Hefteya pêşiya me dê koma plandanînê ya her du welatan careke din bicive.”

Hakan Fîdan da zanîn ku dê wezîrên her du aliyan bi kordînasyone wezîrên karên derve li Tirkiyeyê bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst