Ji bo Kurdî gaveke girîng: Kurdî dê di rêbera hec û umreyê de cih bigire

09-01-2024
Nîşan Hec Umre Erebistana Siûdî Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Olî û Weqfan a Herêma Kurdistanê ragihand ku zimanê Kurdî jî li rêbera Hec û Umreyê tê zêdekirin.

Berpirsê Giştî yê Hec û Umreyê yê Herêma Kurdistanê Nîyaz Şêx Raxib, beşdarî Kongreya Hec û Umreyê ya li bajarê Cideyê yê Erebistana Siûdiyê bû.

Wezareta Karên Olî û Weqfan ya Herêma Kurdistanê li ser kongreyê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, şandeya Herêma Kurdistanî pêşniyar kiriye ku Kurdî jî li rêbera Hec û Umreyê were zêdekirin.

Herwiha hat ragihandin ku pêşniyar ji aliyê Wezîrê Hec û Umreyê yê Erebistana Siûdiyê Tewfîq Rabîa ve hatiye erêkirin.

Berpirsê Giştî yê Hec û Umreyê Niyaz Şêx Raxib li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Şêx Raxib diyar kir ku wî pêşniyariya rêbera Kurdî kiriye û got:

“Beriya niha, ji bilî Kurdî bi piraniya zimanên cîhanê talîmat û rêberên olî hebûn.

Îro Wezîrê Hec û Umreyê û berpirsên payebilind ên Erebistana Siûdiyê, di konferansê de amade bûn.

Min daxwaz kir ku Kurdî jî li talîmatan were zêdekirin.

Min got, Kurdî zimanê 40 milyon mirovî ye û bi sed salan e Kurd ji bo hecê têne vî welatî.”

Şêx Raqîb diyar kir ku rayedarên Siûdiyê bi kêfxweşî pêşniyariya wan qebûl kiriye û ji bo biryarê bixin meriyetê, dê rojên pêşiya me bi Rêveberiya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdsitanê re bikevin nava pêwendiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst