Îsraîl: Me baregeha îstixbaratê ya Hizbulahê kir hedef

6 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Libnan Beyrût Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li baregeha îstixbaratê ya Hizbulahê ya li Beyrûta paytexta Libnanê kiriye hedef.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku wan êrişî gelek deverên Libnanê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Avichay Adraee, wan herî kêm 70 êrişên asmanî pêk anîne û tesîsên hilberîna çekan, qadên mûşekberdanê û navendên leşkerî kirine hedef.

Avichay Adraee şeva borî hişyarî dabû ku ew dê li başûrê Beyrûtê êrişî hinek deveran bikin û ji xelkê xwestibû ku ji wan herêman dûr bikevin.

Piştî hişyariya Avichay Adraee jî pêleke êrişan dest pê kiribû.

Li hêla din, şeva borî ji Libnanê 5 mûşek berdan axa Îsraîlê.

Yek ji mûşekan li cihekî vala ket û yên mayî jî li asmanan hatin teqandin.

2 hezar û 83 kuştî

Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişî xaka Îsraîlê kir û herî kêm hezar û 200 kes kuştin ku piraniya wan sivîl bûn û derdora 250 kesî jî dîl girtin.

Îsraîlê jî 8ê Çiriya Pêşîn êrişî Hemasê kir û û piştre ket Xezeyê û şer niha jî didome.

Her wiha Îsraîl û Hizbulaha Libnanê jî ji 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve êrişî hev dikin û şerekî “bikontrol” hebû.

Lê Îsraîlê 17ê Îlonê bi sedan bêtêlên Pagerê yên ku Hizbulah bi kar tîne teqandin.

Her wiha 23yê Îlonê bi sedan caran ji hewayê ve êrişî Libnanê kir û ew êriş heta niha jî berdewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Li gorî amarên ku saziyên fermî yên Libnanê didin, ji 17ê Îlonê ve di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 83 kes hatine kuştin ku 104 ji wan zarok û 194 ji wan jî jin in.

Êrişên Îsraîlê bûne sedema pêleke mezin a koçberiyê jî û xelk bi piranî berê xwe dide Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Hizbulah jî bi mûşek û roketan êrişî Îsraîlê dike lê Îsraîl behsa tixisarên micid nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst