Rûdaw ji Xezeyê radigihîne: ‘Dîmen gelekî tirsnak bû’

08-10-2023
Li Xezeyê avahiyeke hilweşiyayî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Li Xezeyê avahiyeke hilweşiyayî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Xeze Hemas Şer Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lî Xezeyê şer û pevçûnên di navbera Hemas û artêşa Îsraîlê de her ku diçin gurtir dibin.

Medyaya Îsraîlê da zanîn ku heta niha di êrişên Hemasê de 700 Îsraîlî mirine û hejmara birîndarên Îsraîlî jî bûye 2 hezar û 150.

Li aliyê din, di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de heta niha 370 Filistînî mirine û 2 hezar 200 Filistînî jî birîndar in.

Herwiha di êrişên de li Xezeyê 159 avahî ji binî hilweşiyane û xisar gihiştiye 210 avahiyan.

Peyamnêrê Rûdawê Muhamed Salim, li Xezeyê rewşa bajêr dişopîne.

“Dîmen gelekî tirsnak bû”

 Xelîl Eyadê ku mexdûrê bombebaranê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Piştî ku birc bi çar mûşekan hat armanckirin, dîmen gelekî tirsnak bû. Çar zarokên min hene, yekî ji wan bi lingê min digirt û bang dikir, ‘Yabo, yabo.’

Hevjîna min xwe bi min digirt. Jinan jî dikir qêrîn. Dûman bilind dibû û dever hemû tiji toz bûbû.

Ji hêza bombebaranê, piraniya me birîndar bûn, çi bi parçeyan caman û çi jî bi hesinan.”

Li aliyê din, ji bombebaranan sîstema bajêr a Xezeyê xisareke zêde dîtiye.

“Em ji saziyên navdewletî alîkariyê dixwazin”

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Dr. Eşref El-Qudre bi vî rengî behsa rewşê kir:

“Em ji saziyên navdewletî dixwazin ku ji bo peydakirina pêdiviyên sereke zû midaxele bikin.

Herwiha em dixwazin sîstema tenduristiyê, bijîşk û ambûlans ku bi taybetî rastî êrişan dibin bi awayê giştî werin parastin.

Di vê çarçoveyê de, heta niha 3 kadroyên beşa tenduristiyê şehîd ketin û 3 jî birîndar bûn. 5 ambulans jî hatine îmhakirin.”

Herçend ku ji bo rawestandina şer hewldanên navdewletî hene jî pêla tirs û xofê ya li Xezeyê, seranserê Filistînê daye ber xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst