Bîlançoya şer: 700 Îsraîlî û 370 Filistînî mirine

08-10-2023
Nîşan Îsraîl Filistîn Şer Bîlanço
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya Îsraîlê da zanîn ku heta niha di êrişên Hemasê de 700 Îsraîlî mirine.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku hejmara birîndarên Îsraîlî jî bûye 2 hezar û 150, birînên 300 kesî giran in.

Li aliyê din, di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de heta niha 370 Filistînî mirine û 2 hezar 200 Filistînî jî birîndar in.

Herwiha di êrişên de 159 avahî ji binî hilweşiyane û xisar gihiştiye 210 avahiyan.

Serokê Daîreya Enformasyonê ya Hikûmatê ya li Xezeyê Selame Merûf da zanîn ku “Îsraîl êrişî saziyên fermî ji dike û Îsraîlê du mizgeft jî kirine armanc.”

Selame Merûf herwiha destnîşan kir ku di êrişan da zerer gihiştiye sîstema karebayê jî.

Li gorî daxuyaniya Selame Merûf, niha li Xezeyê rojana dikarin tenê 4 saetan karebayê dabîn bikin.

Beriya êrişan, li bajêr kareba rojana 8 saetan dihat dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst