Fermandarekî Hizbulahê hat kuştin

Duh li 09:29
Nîşan Hizbulah Libnan Îsraîl Fermandar Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê leşkerî yê Hizbulahê Elî Cemaledîn Cewad li Libnanê hat kuştin.

Îsraîlê ragihand ku Elî Cemaledîn Cewad li başurê Libnanê di operasyoneke wan de hatiye kuştin û got ku dê kuştina wî hêza leşkerî ya Hizbulahê kêm bike.

Li gorî daxuyaniya Îsraîlê, Elî Cemaledîn Cewad fermandarekî pilebilind ê “Hêza Ridwanê” bû ku baskê leşkerî yê Hizbulahê ye.

Hizbulahê piştrast kir

Hizbulahê bi rêya hesabê xwe yê Telegramê piştrast kir ku Elî Cemaledîn Cewad hatiye kuştin.

Hizbulahê diyar kir ku fermandarê wan 37 salî bû û ew li başurê Libnanê li herêma Ebayê hatiye kuştin.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir, Hizbulah û Hemas jî êrişî hev dikin.

Heta niha di êrişên Îsraîlê de 394 endamên Hizbulahê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst