TIRKIYE - Girtiyê ji Rojavayê Kurdistanê 30 salan di girtîgehê de ma niha jî tê dersînorkirin

03-09-2023
RÛDAW
Nîşan Abdulmenaf Osman Girtî Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye dê welatiyê ji Rojavayê Kurdistanê Abdulmenaf Osmanê ku 30 sal û 6 mehan di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ma dersînor bike.

Abdulmenaf Osmanê ji parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê 3ê Adara 1993yan dema 28 salî bû li Êliha Bakurê Kurdistanê hat desteserkirin.

Li Abdulmenaf Osman bi hinceta “endamtiya PKKyê” û bi îdiaya “xebata dabeşkirina beşek axa di bin serweriya dewletê de” cezaya heta hetayê hat birîn.

Osmanê ku diviya 3ê Adara 2023an bihata berdan bi hinceta ku ji kiryara “poşman” nebûye berdana wî 6 mehan hatibû paşxistin.

Osman îro ji Girtîgeha Akhisarê ya li parêzgeha Manisayê hat berdan.

Cendirmeyan ew bir Fermandariya Cendirmeyan a Akhisarê.

Malbata Abdulmenaf Osman û endamên Komeleya Alîkarî û Hevkariyê ya Malbatên Girtiyên Egeyê, endamên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê û berpirsên HDPyê ji bo pêşwaziyê çûbûn pêş girtîgehê.

Dê piştî karên yasayî Abdulmenaf Osman bibin Navenda Paş de Vegerandinê ya Manisayê.

Lê malbata wî ya ku li Tirkiyeyê dijî dixwaze Osman radestî wan bê kirin.

Malbata wî naxwaze Osman bişînin Rojavayê Kurdistanê yan Sûriyeyê.

Nivîskarê Kurd Selîm Temo jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ew mijar anî rojevê û got

“Nivîskarê gewre Menaf Osman, piştî 30 salan hat berdan. Lê dewleta Tirkan dixwaze wî dersînor bike û radestî rejîma/hêzên Sûrî bike. Nehêlin, bertek nîşan bidin, bêjin na!”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst