Îsraîl û Tirkiye li hev sor dibin: Bangî alîkarê balyoz kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îsraîl Îsmaîl Heniye Balyozxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxenaya Tirkiyeyê ya li Tel Avîvê ji ber şîna Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye, alaya xwe heta nîvê anî xwarê, lê Alîkarê Balyozê Tirkiyê yê Tel Avîvê li ser vê yekê ji bo Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê hat vexwendin.

Li Tirkiyeyê ji ber kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye şîna giştî hat ragihand.

Di çarçoveya wê şînê de Tirkiyeyê li navxweyê welat û balyozxane û nûnertiyên wê yên li derveyî welat alayên xwe heta nîvî anîn xwarê.

Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tel Avîva payetexta Îsraîlê û Konsolxaneya Qudsê jî alayên ku bi avahiya wan ve bûn ji ber şîna giştî heta nîvî anîn xwarê.

Lê ev yek bû sedema bertekên Îsraîlê.

Bangî alîkarê balyoz kir

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz heman rojê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di daxuyaniyekê de bertek nîşanî  Balyoxaneya Tirkiyeyê da û ragihand ku Alîkarê Balyozê Tirkiyeyê yê Tel Avîvê li ser vê yekê ji bo Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê hatiye bangkirin.

Katz got, “Min ferman da berpirsên Wezareta Karên Derve piştî anîna xwarê ya alaya Tirkiyeyê ji bo nîvî wekî bertek li hemberî kuştina serokê rêxistina terorî ya Hemasê li Balyozxeneya Tirkiyeyê ya li Tel Avîvê, Alîkarê Balyozê Tirkiyeyê yê Tel Avîvê bê bangkirin û bi tûndî bê şermezarkirin.”

“Herin li gel Erdoganê efendiyê xwe şîna xwe bigirin”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê di daxuyaniya xwe de Îsmaîl Heniye wekî “kujer û berpirsê” êrîşên 7ê Çiriya Pêşîn ên li ser Îsraîlê bi nav kiriye û gotiye:

“Eger nûnerên balyozxaneyê (Balyozxneya Tirkiyeyê) bixwazin şînê bigirin, bila biçin Tirkiyeyê û li gel Erdoganê efendiyê xwe şîna xwe bigirin ku Hemasê hemnbêz dike û piştevanya kuştin û  çalakiyên wê yên terorî dike.”

Tirkiyeyê bersiv da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wekî bertek li hemberî gotinên Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û got:

“Hûn bi kuştina kesên gotûbêjkar û gefxwarina dîplomatan nagihin aştiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst