COLEMÊRG - Daweta bûka Alman û zavayê Kurd du roj û du şevan berdewam kir

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Aliza Ludwig Osman Yilmaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Osman Yilmazê ji Colemêrgê û Aliza Ludwiga Almanyayî li Antalyayê li otêlekê hevdû nas kir.

Ew piştre zewicîn û wan daweta xwe jî li Colemêrgê kir.

Aliza Ludwiga 28 salî par ji bo betlaneyê ji Dortmunda Almanyayê çûbû Antalyayê.

Wê û Osman Yilmazê 27 salî yê xebatkarê otêlê, piştî hevaltiyeke bi qasî salekê biryara zewacê da.

Piştî ku malbatên her du aliyan jî qebûl kir Yilmaz û Ludwig bi daweteke Kurdewarî ya li gorî kevneşopiyên Colemêrgê zewicîn.

Dawetê du roj û du şevan berdewam kir.

Yilmaz diyar kir ku beriya niha bi sal û nîvekê piştî ku ji Zanîngeha Bîlgiyê mezûn bû ji bo xebatê çûbû Antalyayê.

Yimaz û Ludwigayê li otêlê hev nas kir

Yilmaz anî ziman ku dema li otêlê dixebitî Ludwig nas kiriye û piştre jî demekê bi hev re hevaltî kiriye û got:

“Bi xwe car bi car dihat serdana min. Min ew bi malbata xwe da naskirin. Paşê me biryara zewacê da. Min herêma Hekariyê pê da naskirin. Wê ji vê derê hez kir. Gelê me pir mêvanperwer e. Spas ji bo her kesê ku beşdarî dawetê bûn.”

“Hevjîna min cara ewil e tişteke wisa dibîne”

Yilmaz diyar kir ku li gorî kevneşopiya wan dawet du roj û du şevan tê kirin û wiha pê de çû:

“Xesûya min jî li vir e. Ew jî pir kêfxweş e. Cara yekem e ku tiştek wisa dibîne. Em plan dikin ku ji niha û pê ve li Almanyayê bimînin. Hevjîna min Ji ber qedirê ku li vê derê jê re hatiye girtin matmayî ma. Her kesî gelekî qedirê wê girt."

“Li vir kevneşopiyên cuda hene”

Ludwigê jî kêfxweşiya ji bajêr anî ziman û got, "Li Almanyayê ewqas kes beşdarî dawetan nabin. Ewqas rengîn nabin. Li vê derê her kes gelekî qedirê mirov digire.

Ez pir bi kelecan û pir kêfxweş im. Ez ji hevjînê xwe hez dikim. Ez matmayî mame. Li vir kevneşopiyên cuda hene. Ez ji vê derê hez dikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst