Hewlêr (Rûdaw) - Zanayan ji bo ku fêm bikin bê ka marên jehrdar di kîjan şert û mercan de zêdetir meyla êrişkirina mirovan dikin, li ser 116 maran nêzîkî 40 hezar ceribandin pêk anîn.
Ev lêkolîna ku gelekî hatibû nîqaşkirin, piştî 2 salan bi Xelata Ig Nobelê ya 2026an ji nû ve ket rojevê.
Xelata Ig Nobelê ji bo xebatên zanistî yên awarte tê dayîn û lêkolînên zanistî yên ku destpêkê ecêb û heta bitirs xuya dikin xelat dike.
Vê xelatê sala 2026an ceribandineke balkêş ji nû ve anî rojevê.
Di lêkolîna ku li Brezîlyayê hatiye kirin de, zanayan xwest fêm bikin bê ka marekî jehrdar di kîjan şertan de biryara êrişkirina mirovekî dide.
Ji bo vê yekê, marên jehrdar ên cureyê Bothrops jararacayê ku li Brezîlyayê berbelav in, hatin bikaranîn.
Bertekên wan pîvan
Lêkoler tenê bi temaşekirina maran a ji dûr ve sînordar neman.
Ji bo pîvandina berteka van ajelan a di rewşên cuda de, wan hinek guherbarên wekî pileya germahiyê, dema ceribandinê û ew devera laşê mar ku tê pestandin, ceriband.
Bi tevahî li ser 116 marên jehrdar nêzîkî 40 hezar ceribandin hatin kirin.
Di van ceribandinan de hat lêkolînkirin ka mar çawa bertek nîşanî zexta li ser cihên cuda yên laşê xwe didin.
Her wiha hat lêkolînkirin ka di kîjan şertan de zêdetir meyla wan li ser êrişkirinê ye.
Li gorî encamên lêkolînê, germahiya zêde, biçûkbûna mar û pestandina hinek cihên diyar ên laş wekî faktorên ku egera êrişê zêde dikin derketin holê.
Zana dibêjin ku armanca xebatê fêmkirina tevgerên êrişkar ên maran e da ku bi rêya van amaran rê li ber pêvedana maran bê girtin.
Mar herî zêde kengî êriş dikin?
Li gorî xebatê, faktor ne tenê yek e, dema ku şert û mercên egera pêvedanê zêde dikin digihêjin hev, metirsî jî bi awayekî berbiçav mezin dibe.
Kombînasyona herî balkêş ev e: Marekî jararacayê yê biçûk+hewaya germ+bi roj+pêlkirina li serî yan jî beşa pêşî ya laşê wî.
Lêkoler destnîşan dikin ku bi taybetî temasa li serî û beşa pêşî, egera pêvedana ji bo xweparastinê gelekî zêde dike lê belê temasa li beşa dûv metirsiyeke gelekî kêmtir çêdike.
Ya balkêştir jî ew e ku marên biçûk li gorî yên mezin êrişkertir derketin.
Di xebatê de, bi taybetî marên ciwan zûtir dest bi pêvedanê kir û di nav wan de jî marên mê yên nûbûyî wekî koma herî metirsîdar derketin pêş.
Lêkoler bi wê yekê ve girê didin ku kapasîteya revê ya marên biçûk sînordar e.
Lewma dema dikevin metirsiyê, li şûna ku birevin, pêvedanê hildibijêrin.
Bandora germahiyê
Di rewşeke asayî de, ji ber ku bilindbûna germahiyê dikare bike ku mar zûtir birevin, dibû ku encam berovajî derketana.
Lê di ceribandinan de hat dîtin her ku germahî zêde dibe, meyla pêvedana ji bo xweparastinê jî bi giştî zêde dibe.
Lêkoler difikirin ku di derdoreke germ de lez, rastpêkanîn û mesafeya êrişê ya maran baştir dibe û dibe ku vê yekê bandor li van encaman kiribe.
Lê îstisnayek heye, di şevên germ de meyla pêvedanê li cem marên nêr ên pêgihîştî dikare kêm bibe.
Li gorî lêkoleran, ev rewş dibe ku bi wê yekê ve girêdayî be ku ev mar li şûna êrişkirinê revê hildibijêrin.
Tevî ku marê jararacayê bi giranî cureyekî şevger e jî, bi roj dema ku temasa fîzîkî çêdibe, hem nêr û hem jî mêyan zêdetir pêvedanên parastinî nîşan da.
Di qeydên rastîn ên jehrîbûnê de jî tê dîtin ku ev bûyer pirtir di demjimêrên sibehê de kom dibin.
Di xebatê de her wiha 422 bûyerên rastîn ên jehrîbûna ji maran hatin lêkolînkirin.
Di ji sedî 64ê bûyerên ku serê sibehê qewimîne de marên mê berpirsyar in lê bi şev rewş berovajî dibe û rêjeya nêran derdikeve ji sedî 57an.
Li gorî lêkoleran, di demjimêrên sibehê de ji ber ku mirov li qadên marên jararacayê lê dijîn çalaktir in, egera rasthevhatina wan jî zêde dibe.
Kovara zanistî red kir
Ceribandin tenê ji ber metoda xwe ya awarte nebû cihê nîqaşê.
Xebat, sala 2025an ji kovara Scientific Reportsê ya ku lê hatibû weşandin, hat vekişandin.
Di paşxaneya vê biryarê de, pirsgirêkên girêdayî destûrên etîk ên li ser mafên ajelan û ceribandinên li ser wan hebûn.
Tevî vê yekê jî, ev xebata nîqaşbar Îlona 2026an ji nû ve ket rojevê û kete nav wan lêkolînên ku hêjayî Xelata Ig Nobelê hatine dîtin.
Ig Nobel çi ye?
Xelatên Ig Nobelê her sal ji bo wan lêkolînan tên dayîn ku di nihêrîna pêşîn de komîk, bêwate an jî ecêb xuya dikin lê di bingehê wan de pirseke zanistî ya rasteqîn heye.
Wergirtina vê xelatê nayê wê wateyê ku divê ev metoda ceribandinê ji aliyê cîhana zanistî ve wekî mînak bê dîtin.
Nêzîkatiya bingehîn a Ig Nobelê ew e ku lêkolînên zanistî yên "pêşî mirovan didin kenandin û paşê didin fikirandin" bixe rojeva raya giştî.
Xebata ku îsal xelat wergirtiye jî gelekî sade ye lê li bersiva pirsekê digere ku di dema rûbirûbûna mirov û maran de dikare xwedî girîngiyeke jiyanî be: “Marekî jehrdar di kîjan şert û mercan de êrişkirinê hildibijêre?”



