Hewlêr (Rûdaw) - CEOyê Microsoftê Satya Nadella diyar kir ku divê hişê çêkirî (AI) xizmetê ji mirovahiyê re bike û di bin kontrola mirovan de bimîne.
Satya Nadella jî wekî gelek kesayetiyên navdar ên cîhana teknolojiyê ji bo pergalên hişê çêkirî yên ku bi lez û bez bi pêş ve diçin daxwaza tedbîrên ewlehiyê yên bihêztir kir.
Li gorî malpera Business Insiderê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, Nadella di peyameke ji bo karmendên şirketê de ragihandiye ku divê pergalên hişê çêkirî yên bipêşketî li gorî berjewendiyên mirovan bên bipêşxistin.
Nadella li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek parve kir û got, divê hewldana bidestxistina "hişê super" li ser bingeha sûdwergirtina mirovahiyê û mayîna di bin kontrola mirovan de be.
Nadella anî ziman ku eger ev merc neyên bicihanîn, bipêşxistina teknolojiyeke wiha ne hêjayî hewldanê ye.
Li hêla din, Microsoft AIyê berê pêşnûmeyeke rêbazên tevgerê derbarê bipêşxistin û bikaranîna modelên xwe yên hişê çêkirî weşandibû.
Pêşnûmeya ku dê ji bo şîroveyên raya giştî şeş hefteyan vekirî bimîne, diyar dike ku divê pergalên hişê çêkirî di bin "kontrol û çavdêriya watedar a mirovan" de bimînin.
Li gorî pêşnûmeyê armanc ew e ku modelên paşerojê yên hişê çêkirî yên Microsoftê destûrê bidin destwerdan, rastkirin, rêberîkirin û girtina pergalê ya ji aliyê mirovan ve, her wiha xwe armancên serbixwe yên ku ji aliyê mirovan ve nehatine diyarkirin dûr bigirin û pêvajoyên xwe yên ramanê ji kesên ku wan dinirxînin veneşêrin.
Şirketê diyar kir ku ku divê hişê çêkirî wekî amûrekê bimîne ku alîkariya mirovan dike, ne ku hewl bide zindiyekî xwedî hiş an mirovekî bişopîne.
Çarçoveya nûjenkirî armanc dike rêberiyê ji wan modelan re bike ku ji sala 2027an û pê ve tên bipêşxistin.
Bangên ji bo "rawestînê" zêde bûne
Gava dawî ya Microsoftê bû xeleka paşî ya nîqaşên berdewam ên derbarê kontrol û ewlehiya modelên bipêşketî yên hişê çêkirî ku ev demek e di sektora teknolojiyê de tên kirin.
CEOyê Anthropicê Dario Amodei pêşniyar kiribû ku leza bipêşxistina modelên hişê çêkirî yên herî bipêşketî were kêmkirin û destûr bê dayîn ku nirxînerên serbixwe bi awayekî berfireh pratîkên ewlehiyê yên şirketan kontrol bikin.
Banga Amodei ji aliyê şirketên hevrik ên di sektorê de jî piştgirî dît.
CEOyê OpenAIyê Sam Altman diyar kir ku pêwîst e leza bipêşveçûna hişê çêkirî were sererastkirin û ragihand ku OpenAI jî dê soz bide ku ji bo nirxandinên serbixwe derfetên berfireh peyda bike.
Tevî lihevkirina di nava sektorê de jî Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî wan bangan derket ku daxwaza hêdîkirina bipêşxistina hişê çêkirî dikin, wî angaşt kir ku kirina vê yekê dikare di pêşbaziya cîhanî de avantajê bide hevrikan, bi taybetî jî bide Çînê.
Trump fikarên derbarê ewlehiya hişê çêkirî bi rengê "derew" an "xapandin"ê bi nav kirin û got:
"Kî di warê hişê çêkirî de bi ser bikeve, ew bi ser dikeve."



