Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê Fuara Teknolojî û Hişê Çêkirî (GITEX AI Tirkiye) hat lidarxistin.
GITEX ango “Fuara Teknolojiyên Agahdariyê yên Kendavê” ku navenda wê li Dubaiyê ye, cara yekem îsal li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê hat lidarxistin.
Di Fuarê de bi sedan şirketên teknolojiyê, veberhêner, pispor û nûnerên sektora hişê çêkirî li hev civiyan.
Ji 70 welatan derdora 500 şirket û fîrmayên teknolojiyê beşdarî fuara li Stenbolê bûn.
GITEX AI di warê teknolojî û hişê çêkirî de li cîhanê yek ji organîzasyonên herî girîng tê dîtin.
Di fuarê de bi rêya semîner û atolyeyan paşeroja hişê çêkirî hat nîqaşkirin.
Her wiha mijarên wekî navendên amaran, teknolojiyên ewran, ewlehiya sîberê, fîntek, teknolojiyên tenduristiyê, hilberîna zîrek û wesayîtên elektrîkê jî di fuarê de cih girt.
Fuara GITEX AI Tirkiyeyê bi piştgiriya Serokkomarî û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ya Tirkiyeyê li Navenda Fuarê ya Stenbolê hat lidarxistin.
"Em li ser birêvebirina robotan dixebitin"
Berpirsê Şirketa Doguş Teknolojiyê Alper Konuralp li ser berhemên xwe got:
“Ev teknolojiyeke nû ye û pêwîst e em jî di nav vê teknolojiya nû de cih bigirin.
Ji ber vê yekê me ev robot çêkir.
Dê ew zemîna ku mirov karibe bi çend robotan re kar bike were avakirin û ev yek êdî dibe neçarî.
Em jî li ser birêvebirina robotan û birêvebirina fîloyan dixebitin.”
CEOyê Şirketa Excuryê Hasan Soylemez jî anî zimên ku lidarxistina vê fuarê gaveke gelekî girîng e û wiha axivî:
“Ez li Dubayê jî çûbûm Fuara GITEXê.
Ji ber ku ev fuar niha li Tirkiyeyê tê sazkirin, ji bo ekosîstema teknolojî û hişê çêkirî ya Tirkiyeyê tiştekî pir hêja ye.
Em jî cêwiyên dîjîtal ên mirovan amade dikin.
Ango em rû, deng û performansên mirovan ji bo lîstina di reklam û fîlman de dîjîtalîze dikin.”
Ji Tirkiyeyê teknoparkên wekî ÎTU ARI Teknokent û Antalya Teknokentê beşdarî fuarê bûn.
Her wiha ji cîhanê jî şirketên navdar ên wekî Google Cloud, HPE & NVIDIA, AWS, Schneider Electric, Huawei, ASUS, Dell Technologies, SAP û TrendAIyê bi standên xwe di çalakiyê de cih girt.
Nîşandana amûrên nû
Berpirsa şirketeke Çînê Yeying Xixiongê got:
“Ez ji bajarê Şanghayê yê Çînê têm. Navê şirketa min VIX Innovation e.
Şirketa me amûrên hişê çêkirî çêdike. Niha 3 berhemên me hene.
Ev jî komputera me ya biçûk e ku wekî ajanê herêmî yê hişê çêkirî dixebite.”
Endazyarê şirketekê yê ji Mexribê Yasîn Carî Eyd Mubarek jî li ser xebatên xwe anî ziman:
“Navenda şirketa me ya teknolojiyê li Mexribê ye lê li Portugalê jî şaxa me heye.
Em li vê fuarê şirket û xizmetên xwe didin nasîn.
Em li ser sîstemên bankageriyê û rêbazên dayînê dixebitin.”
Fuara GITEX AI Tirkiyeyê 9ê Îlonê li Navenda Fuarê ya Stenbolê dest pê kiribû û 10ê Îlonê bi dawî bû.


