Çiyager hilkişiyan Çiyayê Agiriyê: Geştek ji bo dîtina sê demsalan

19-06-2024
RÛDAW
Nîşan Çiyager Çiyayê Agiriyê Geşt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi germbûna hewayê re komên çiyageran berê xwe da Çiyayê Agiriyê.

Çiyayê Agiriyê ku 5 hezar û 137 metreyan bilind e, piranî havînê her demsal bala çiyagerên xwemalî û biyanî dikişîne.

Bi germbûna hewayê re komên çiyageran di betlaneya Cejna Qurbanê de berê xwe da Çiyayê Agiriyê.

Havîn, bihar û zivistan..

Li quntara çiyê havîn e, naverast bihar e û lûtke jî zivistaneke bi berf e.

Geştyarên xwecihî û biyanî yên çûn navçeyê piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj li bilindiya 3 hezar û 200 metreyî li qada ewil a kampê bîna xwe vedidin.

Çiyager şeva xwe li qada ewil derbas dikin û di pey re jî piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj digihêjin qada duyem a kampê ku 4 hezar û 200 metreyî bilind e.

Çiyager li vê qadê jî bîna xwe vedidin û di pey re hildikişin serê Çiyayê Agiriyê.

Çiyager di pey re dadikevin ku rêwîtiya wan a li çiyê 4 rojan dewam dike.

Rêberê geştyaran Ahmet Kurt diyar kir ku bi komeke ku bi qasî ji 130 kesan pêk tê hildikişin Çiyayê Agriyê.

“Ev behişt heta niha ji kîsê me çûye”

Ji rêberan Mebru Işik destnîşan kir ku cara ewil çûne Çiyayê Agiriyê û got:

“Me got heta niha ev behişta han ji kîsê me çûye.

Me hest bi poşmaniyê kir. Lê ji dêlva poşmaniyê, em dikarin li ser vê geşta xwe berdewam bin ku gelekî xweş û bi coş e.”

Ji geştyaran Burcu Salanê jî diyar kir çiya û tebîeta li vir gelekî balkêş e û got ku li vir 4 demsal bi hev re tê dîtin.

Nêzîkî 180 çadiran li bilindahiya 5 hezar metreyan ji geştyaran re hatine amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst