Xewna Nikola Tesla dibe rastî

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Nikola Tesla DARPA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Projeyên Lêkolînê yên Pêşketî yên Parastinê yên Amerîkayê (DARPA) li ser tora veguhastina enerjiyê ya bêtêl dixebite.

Nikola Tesla sala 1856an li Xirwatyayê ji dayik bû û wî ji bo zêdetirî 200 îcadî patent standin lê ji wan dahatek bi dest nexist.

Ew sala 1942yan di nav xizaniyê de li odeya otelekê mir.

Xeyala herî mezin a Nicola Tesla ew bû ku karibe elektrîkê bêtêl veguhêze.

Tesla bawer dikir ku ew dikare cîhanê ji bo veguhastina elektrîkê bi kar bîne û wî îdia kir ku li laboratuara xwe ya li Coloradoyê di ceribandineke xwe de çirayeke ku kîlometre nîvekê dûr bû vêxistiye.

DARPA plan dike ku bingeha veguhastina enerjiya bêtêl çêbike da ku bê navber elektrîkê bide baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li seranserî cîhanê.

Armanca planê ew e ku bi teknolojiya lazerê elektrîkê li seranserî cîhanê bi kar bîne.

Teknolojiya ku Nikola Tesla berî zêdetirî 100 salî xeyal dikir heger bi ser bikeve, dê artêşa Amerîkayê ji bikaranîna sotemeniyên wekî mazotê rizgar bibe û xetên elektrîkê yên hesas ên ku dikarin bên astengkirin an sabotekirin ji holê rake.

Îro hêzên Amerîkayê li seranserî cîhanê, ji Deryaya Çînê ya Başûr heta çolên Îraqê belav bûne.

Rêvebirê bernameya hêzê ya DARPAyê û pîlotê berê yê Amerîkî Paul Calhoun ji malpera Popular Mechanicsê re axivî û got:

“Berî her tiştî, jîngeh guheriye û hewcedariya bi rêbazên veguhastina enerjiyê ji bo operasyonên leşkerî pir girîng e.”

Baregehên leşkerî yên Amerîkayê li cîhanê belav bûne û pêdiviya enerjiyê ya van baregehan zêde dibe. Gelek caran peydakirina hewcedariya zêde ya enerjiyê zehmet e.

Rêvebirê DARPAyê û pîlotê berê yê Amerîkî Paul Calhoun proje wekî bernameya tîrêjkirina enerjiya optîkî bi nav kir.

DARPA bi projeyê armanc dike ku enerjiyê li ser atmosferê re bi lazeran veguhêze.

DARPAyê ji bo bicihkirina planê bi kompanyaya Raytheonê re peymaneke 10 mîlyon dolarî îmze kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst