URMIYE - Mamostayekî olî hevdem melatî û çandiniyê dike

16-12-2021
RÛDAW
Mamostayê Olî Seyid Mecîd Berzencî
Mamostayê Olî Seyid Mecîd Berzencî
Nîşan Mamostayê Olî Çandinî Melatî Urmiye Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê, mamostayekî olî li gel karê melatiyê, çandiniyê jî dike.

Mamosta Mecîd dikare bibe mînakek ji bo hevpîşeyên xwe, ji ber ku yan nehatiye dîtin, yan gelek kêm hatiye dîtin ku mamostayekî ayînî tevî berdewamiya erkê xwe yê melatiyê, kareke giran yê weke çandiniyê jî bike.

Mamosta Mecîd ji bo debara jiyanê, pişta xwe bi wê dahatê girê nedaye ku weke serfitre û zekatê didin her melayekê.

Ew dahata xwe ya serekî ji çandiniyê bidest dixe, dibêje: Ti tamek nabe tama nanê ku bi areqa destên xwe bidest bixî. Çandiniyê jî bi zanist û nêimeteke mezin dizane, bi awayekê ku dike mijara gotara roja Înê.

Mamosta Mecîd, rehendên jîngeyî û tendirûstiyê di karê çandiniyê de bi girîng zaniye û di wî baweriyê de ye ku çandina daran weke perwerdekririna zarokên paqij û xizmetkare bo civakê.

Mamosta Mecîd bi şêwazeke din di cilûbergekî din de derdikeve, behsa rîkxistina karên xwe yên rojane di navbera wan du pîşeyan de dike.

Mamostayê Olî Seyid Mecîd Berzencî dibêje, “Nîv saetek berî nimêja spêdê radibim û têm mizgefê, bangê xwe didim û nimêja xwe dikim. Piştî ku min taştê xwar û rojê hilda, ez cilên melatiyê datînim û cilên cotkariyê li xwe dikim û ku nîmeteke gelek mezin e.”

Kesên ku li pişt mamosta Mecîd nimêjê dikin û wî nas dikin, ji bo kar û xebata wî şahidiyê didin.

Mamosta Mecîd rexneyê li hikûmetê digire ku piştgiriya cotkaran nake, peydabûna diyardeya kolberiyê jî girê dide wan guhnedanên hikûmetê bi kar û karsaziya xwecihî.

Strangotin di dema karê çandiniyê de srûşteke Kurdewarî ye, mamosta jî li ser heman reseniyê maye, lê li cihê stranan, sirûdên ayînî dibêje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst