ERZIROM - Li 3 taxan lehî rabû

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erzirom Oltî Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Oltiyê ya parêzgeha Erziroma Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de zerer gihîşt xanî, axûr û zeviyên çandiniyê.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Erziromê, îro li 3 taxên navçeya Oltiyê ji ber baranê lehî rabû û bû sedema zererên madî.

Parêzgarê Erziromê Mustafa Çîftçî li gel tîmên AFADê çû cihê bûyerê û li ser rewşê lêkolîn da destpêkirin.

Li gor encamên lêkolînê, li sê taxan zerer gihîştiye 10 avahî, 15 axûr û hinek zeviyên çandiniyê.

Di çilê havînê de jî li çend parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barîna baranê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst