Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê rojnamegerekî Kurd desteser kir û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, doh rojnamegerê bi navê Amanc Mihemedpûr hat desteserkirin.
Amanc Mihemedpûr xelkê Bokanê ye û ji aliyê hêzên Îtilaetê ve hatiye desteserkirin.
Bêyî biryara dadgehê bi ser mala wî de girtin
Rêxistinên mafên mirovan destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana ti belgeyên yasayî û biryara dadgehê bi ser mala wî rojnamegerî de girtiye.
Hêzên ewlehiyê piştî desteserkirinê, ew veguhastiye cihekî nediyar.
Li gorî zanyariyan, hêzên Îtilaeta Bokanê ji bilî lêgerîna li nav mala wî, dest daniye ser laptop û telefona Amanc Mihemedpûr.
Tohmetên li ser wî nayên zanîn
Malbat û kes û karên wî li saziyên ewlehî û dadweriyê li pey çarenivîsa wî ne.
Tevî hemû şopandin û hewldanên malbatê, heta niha li ser çarenivîs û cihê girtina wî ti agahî nînin.
Her wiha heta niha nayê zanîn bê ew bi çi tê tohmetbarkirin.



