Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên parastina sîvîl agirê li Bazara Qeyseriyê ya li navenda Hewlêrê bi temamî kontrol kir.
Piştî hewldanên dijwar ên tîmên agirvemirandinê rê li ber belavbûna agir hat giritin da ku derbasî dikan û kargehên din ên bazarê nebe.
Pişt re jî xebatên sarkirinê dest pê kir.
Li gorî agahiyan, agir li beşa derve û serbanê mizgeftekê ket ku li hemberî Çayxaneya Meçko ya nêzîkî Bazara Qeyseriyê yê.
Bi derketina şewatê re dikandarên derdorê ji ber metirsiya belavbûna pêlên agir kom bûn.
Nûçegihanê Rûdawê got ku tavilê piştî derketina agir tîmên parastina sîvîl a Hewlêrê gihîştiye cihê bûyerê û rê li ber belavbûnê girtiye û ti zerer li bazarê û dikanên derdorê negihîştiye.



