Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rûbirûbûna astengiyên perwerdehiyê yên bi salan, projeya avakirina Dibistana Qere Oxlan û nûjenkirina Baxçeyê Zarokan ê Xunce Gulê bi dawî bû.
Ev her du navendên li navçeya Kifrê radestî Îdareya Serbixwe ya Germiyanê hatin kirin.
Dezgeha Rwangeyê par li ser raspardeya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dest bi vê projeyê kiribû.
Piştî xebatên ku salekê domîn, proje îro 21ê Îlonê bi temamî qediya û hemû pêwîstiyên nûjen ji bo van navendan hatin dabînkirin.
Hemû pêwîstî hatin peydakirin
Alîkarê Dezgeha Rwangeyê Hesen Şêx Elaedîn li ser pêwîstiyên projeyê axivî û got:
“Hemû pêwîstiyên vê dibistanê û kel û pelên wê ji bo hemû polan hatine peydakirin.
Taqîgeh, hola komputerê û çi pêwîst be ji bo vê dibistanê hatiye dabînkirin. Ji bo baxçeyê zarokan jî bi heman awayî her tişt hatiye dabînkirin.”
Dibistana Qere Oxlanê, sala 1993yan wekî navenda xwendinê ya herî kevin a bi zimanê Tirkmenî li Kifrê hatiye avakirin.
Ev yek salekê piştî destpêkirina xwendina bi Kurdî li Îraqê bû ku yekem car li heman bajarî dest pê kiribû.
Ji ber derbasbûna demê, pêwîstiyeke mezin a vê dibistanê bi nûjenkirinê hebû.
Qaymeqamê Kifrê Sahir Elî jî li ser girîngiya vê pêngavê axivî û got:
“Salek an du sal piştî pêkanîna hikûmetê, Mam Celal ev rastî dît û got ku divê dibistan, baxçe û radyoyek ji bo Tirkmenan li Kifrê hebe. Ev peyameke aştiyê ye.
Hatina Rwangeyê ya li Kifrê û nûjenkirina vê dibistanê ji bo birayên Tirkmen jî peyamek e.”
Bandora li ser proseya perwerdeyê
Tê payîn ku avahiyên nû û peydakirina pêwîstiyên nûjen, bandoreke baş li ser pêvajoya xwendinê bikin.
Birêvebirê Dibistanê Husên Elî li ser vê yekê tekez kir û anî zimên:
“Her tiştekî nû dibe sedema bandoreke baş li ser proseya perwerdeyê. Çi di avahiyê de be, çi jî di kel û pelên xwendekaran û fêrkirinê de be.
Ev ji bo xwendekar û mamosteyan teşwîqeke gelekî baş e. Dê jîngeheke guncav çêbibe da ku ew zanistê wergirin.”
Her wiha, Birêvebira Baxçeyê Zarokan Sara Talibê jî got:
“Em spasiya Dezgeha Rwangeyê dikin ku ev baxçeyê zarokan nûjen kir. Bi rastî ev yek dê ji bo xwendekar û zarokên me jîngeheke erênî çêbike.”


