HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

31-05-2024
Nîşan HPG Ciwanên Şoreşger Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku li Xakurkê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Piling Germiyan û Rûbar Agirî 27ê Nîsana 2024an li Başûrê Kurdistanê li Xakurkê canê xwe ji dest daye û got:

"Em careke din soza xwe dubare dikin ku di şexsê wan de em dê layiqî hemû hevrêyên xwe yên şehîd bin."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya her du gerîlayan wiha ne:

Piling Germiyan: Navê wî yê fermî Karwan Nazim Heme Xerîb e û ji herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê ye.

Rûbar Agirî: Navê wî yê fermî Hesen Hesen e û ji bajarê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Li hêla din, HPGyê da zanîn ku Piling Germiyan û Rûbar Agirî di êrişeke Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst