Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, biryara Amerîkayê ya li ser Sûriyeyê nirxand.
Amerîkayê biryar da ku Sûriyeyê ji "lîsteya welatên ku piştgiriya terorê dikin" derxe.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got ku ew biryara Amerîkayê erênî dibînin.
"Rê li ber qonaxeke nû vedike"
Mezlûm Ebdî diyar kir ku ev biryar ji bo sererastkirina têkiliyên navneteweyî gaveke gelekî girîng e.
Ebdî da zanîn ku ev gav dê ji bo paşeroja Sûriyeyê bibe sedema aramî û bipêşketinê.
Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn zimên:
"Em biryara derxistina Sûriyeyê ya ji lîsteya welatên ku piştgiriya terorê dikin erênî dibînin. Ev biryar li ser rêya sererastkirina têkiliyên navneteweyî gaveke girîng e.
Ev biryar rê li ber qonaxeke nû ya aramî, bipêşketin û xebata ji bo paşeroja welatê me vedike. Her wiha ev destkefteke wisa ye ku dê hêviyên gelê me yên di warê ewlehî, aştî û bipêşketinê de pêk bîne."



