Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Efrînê ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî alîkariyên mirovî gihandin wan malbatên Kurd ên ku vegeriyane cih û warên xwe yên li Çiyayê Kurdan ê Laziqiyeyê.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî xebatên xwe yên ji bo alîkariya mirovî didomîne.
Tîmên ofîsa Efrînê çûn herêma Laziqiyeyê û bi hewara xelkê wê derê ve çûn.
Li vê herêmê alîkariyên mirovî li wan malbatan hatin belavkirin ku piştî koçberiya bi salan vegeriyane ser mal û milkên xwe.
Kurdên li Laziqiyeyê bûn mêhvanên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û bi van alîkariyan dilê wan hinekî jî be xweş bû.
Çiyayê Kurdan li kû ye?
Çiyayê Kurdan herêmeke çiyayî ye û dikeve bakurê rojhilatê bajarê Laziqiyeyê.
Beşek ji vê navçeyê digihîje sînorê parêzgehên Îdlib û Hemayê.
Rûberê navçeyê nêzîkî 400 kîlometreyên çarqoşe ye.
Bilindahiya vê herêmê di navbera 300 û 1500 metreyan de ye.
Xwezaya herêmê û nifûsa wê
Ev navçe bi xwezaya xwe ya çiyayî, daristanên curbicur, gelî û çavkaniyên avê tê naskirin.
Bi dehan gund li wê derê hene û herêm xwedî dîrokeke kevnar e.
Niştecihên Kurd ji serdema Îslamê ve li vê navçeyê bi cih bûne.
Ji ber vê yekê jî herêm wekî "Çiyayê Kurdan" hatiye binavkirin.
Hejmara niştecihên navçeyê nêzîkî 120 hezar kesî ye û li gel pêkhateyên din, piraniya nifûsê ji Kurdan pêk tê.


