Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê, li hemberî provokasyona "kîsên zer" a ku di maça Kocaelîspor û Amedsporê de li dijî alîgirên Amedsporê pêk hat, bêdeng nema.
Baroya Amedê têkildarî vê kiryara ku wateya gefê dide û aramîya civakî dixe metirsiyê, giliyê gumanbaran kir.
Di demekê de ku nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê di rojevê de ne, provokasyona alîgirên Kocaelîsporê ya di lîstika Amedsporê de, ji encama lîstikê bêhtir derket pêş û deng veda.
Piştî nerazîbûna Serokê Kluba Amedsporê Nahît Eren, Baroya Amedê jî li dijî vê provokasyonê ket nava liv û tevgerê.
Baroya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan têkildarî nîşandana 'kîsên zer' a li dijî alîgirên Amedsporê, serî li dozgeriyê daye û dest bi pêvajoya yasayî kiriye.
Daxuyaniya Baroya Amedê
Di daxuyaniya Baroyê de wiha tê gotin:
"Têkildarî nîşandana 'kîsên zer' a li dijî alîgirên Amedsporê ya di maça Kocaelîspor û Amedsporê de ji ber ku ev kiryar di nav civakê de dîmenên şer û tundiyê tîne bîra mirovan, di wateya gefxwarinê de ye û aramîya civakî dixe metirsiyê, me giliyê berpirsyaran kir."
Li aliyê din Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, bi tohmeta 'teşwîqa gel a ji bo kîn û dijminatiyê' û 'bilindkirina dirûşmên bi gef û heqaretê', fermana desteserkirina 5 gumanbaran da.
Van kesan beriya lîstika Amedsporê kîsên zer hejandibûn û hewl dabûn alîgirên hember sor bikin.
Hejandina kîsên zer tê çi wateyê?
Li Tirkiyeyê salên dawî "hejandina kîsên zer" wekî tevgereke sembolîk tê naskirin.
Ev tevger, amaje bi wan kîsên cenazeyan dike ku dema gerîlayên PKKyê di êrişan de canê xwe ji dest didin dixin wan.
Di aloziyên siyasî an civakî de ev yek wekî bertek an gefa mirin û tunekirinê tê bikaranîn.
Ev îfade û tevger, bi taybetî wekî ku di maça Kocaelispor û Amedsporê de jî hat dîtin, di hinek pêşbirkên futbolê an jî nîqaşên siyasî de derdikeve pêş.



