ROJHILAT- Li Hewramanê merasima Pîr Şalyar birêve çû

31-01-2020
RÛDAW
Her sal di demsala zivistanê de gelek kes berê xwe didin Hewramana Text û beşdarî ahenga Pîr Şalyar dibin.
Her sal di demsala zivistanê de gelek kes berê xwe didin Hewramana Text û beşdarî ahenga Pîr Şalyar dibin.
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Hewraman Pîr Şalyar Kurdistan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her sal di demsala zivistanê de gelek kes berê xwe didin Hewramana Text û beşdarî ahenga Pîr Şalyar dibin. Îsal jî wek salên berê ev kevneşopiya Kurdewarî li Hewramana Text hat lidarxistin.

Hewramana Text li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û her sal mêvandariya du merasîman dike ku yek ji wan di naverasta demsala zivistanê ye û bi ahenga Pîr Şalyar tê nasîn û ya din jî di naverasta demsala biharê de ye û bi Komsay tê nasîn.

Ahenga Pîr Şalyar her sal çarşema yekem a nîvê duyem, meha duyem a zivistanê birêve diçe.

Merasîma Pîr Şalyar merasîmekê kevn a kurdewarî ye ku li Rojhilatê Kurdistanê û li devera Hewramanê birêve diçe. Ji ber merasîma Pîr Şalyar, her sal gelek geştyar ji navçeyên din ên Kurdistanê, Îranê û welatên cîhanê serdana Hewramanê dikin.

Her sal ji seranserê Kurdistan û cihên din ên cîhanê hejmareke zêde ya xelkê bo beşdarbûna merasîma Zemawendî-Şahiya Pîr Şalyar berê xwe didin Hewrema Text a Rojhilatê Kurdistanê. Bajarokê Hewremana Text ku merasîma Pîr Şalyar lê birêve diçe, bûye cihekî girîng û geştyarî û xwezaya wê ya ciwan û bêwêne bala geştyaran dikşîne. Hewremana Text dikeve cihekî çiyayî û rêyên wê yên dijwar jî gelekî bala turîstan dikşînin.

Zemawenda Pîr Şalyar her sal di nîvê duyem ê demsala zivistanê de û bi destpêka çileye biçûk li Hewremana Text dest pê dike. Zemawend êvara roja Sêşembê bi kevneşopiya “Kote Kote”ji aliye zarokan ve dest pê dike.

Di roja yekem de ajel tên qurbanîkirin û hin merasîmên taybet tên lidarxistin ku heta derengiya şevê berdewam e.Di roja duyem de xwarin û xurekên xwecihî tên amadekirin û roja din jî def tê jenandin, helbest, zikir û dua tên xwendin û behsa serboriyan tê kirin.

Êvara roja Sêşembê, zarok xelkê gund agahdar dikin ku sibe Zemawenda Pîr Şalyar e. Li ber deriye malan dikin hawar û dibên; “KoteKote - KlawRojne”. Xwediyên malan jî diyariyekê dixin turikê zarokan. Sibeha roja din jî zarok li nav kolanan kevneşopiya-nerîta “KlawRojne”(Kuleka ku roj têre li hundir dixe) birêve dibin. Şahiya Pîr Şalyar yek ji kevintirîn cejnên Zerdeştiyan e li Kurdistanê ku dîroka wê vedigere berî Îslamê. Zemawend an Şahî bi dabeşkirin-belavkirina gwîzên baxê Pîr Şalyar li nav xelkê dest pê dike.

Serê sibeha roja Çarşembê li ber deriye mala Pîr Şalyar pez û mî tên qurbanîkirin. Xwîna qurbaniyan ji ser banê malan ve dirije ser banên din. Goştê qurbaniyan li nav xelkê gund tê belav kirin û beşek jî dibe tirşikeke taybet bi navê “Helûşîne Tişî” ku xwarineke pîroz tê dîtin û bi hezaran sal e ji aliyê xelkê Hewreman ve tê çêkirin.

Roja Pêncşemê govend dest pê dike ku niha bûye semaya derwêşan. Hejmareke zêde ya derwêş û xelkê Hewreman li ber mala Pîr Şalyar dest bi sema û zikrê derwêşan dikin. Di dema Zemawenda Pîr Şalyar de her malbateke Hewremana Text hemû kevneşopiyên bav û bapîrên xwe yên berî bi hezaran sal cîbicîh dikin.

Di zemawenda Pîr Şalyar de, sewikeke (qursikeke) taybet û tamxweş bi navê “Gête Meje” tê çêkirin ku xwarineke pîroz e di wê şahiyê de. GêteMeje ligel mast li ser mezara Pîr Şalyar tê xwarin û piştre dîsan sema dest pê dike. Li tenişt mezara Pîr, keç û jin parçe qumaşekî bi sê girêkan girêdidin ku tarîxeke wê ya kevin heye.

Zemawenda Pîr Şalyar û Sedsala Zerdeştiyan bi hev re birêve diçin û li gor tekstên qedîm ên dîrokî, Pîr Şalyar yek ji pîrên naskirî yê ola Zerdeştî bûye ku jiyana xwe bo belavkirina ola Zerdeştî li Kurdistanê veqetandiye. Kitêbeke Pîr Şalyar bi zimanê Kurdî ya bi nave “Marîfetûpîrî”hebûye ku yek ji tekstên pîroz ên Kurdistanê ye.

Hewramana Text, bajarokeke 5 hezar kesî ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ku ser bi navçeya Sewlava ya parêzgeha Sineyê ve ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst