Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Nexedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê xwendekarek desteser kir û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê, îro eşkere bû ku Perya Nesîrî 21ê Çiriya Pêşîn a 2026an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.
Bêyî biryara dadgehê hat desteserkirin
Li gorî zanyariyan, hêzên ser bi Îdareya Îtilaatê ya Nexedeyê ve, bêyî ku ti biryareke dadgehê nîşan bidin, çûn wê dibistana ku Perya li wê dixwîne.
Hêzên Îtilaatê ew desteser kir û bir cihekî nediyar.
5 roj di ser desteserkirina wê re derbas bûne lê dîsa hewldanên malbata wê yên ji bo zanîna çarenivîs û cihê Peryayê bêencam mane.
Heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn
Perya Nesîrî 17 salî ye û xwendekara qonaxa amadehiyê ye.
Heta niha navendên fermî û yên ewlehiyê yên Îranê, li ser sedema desteserkirinê ti daxuyanî nedane.



