Kobanî (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hîn jî çareyek ji kûçikên beradayî re nehatiye dîtin.
Zêdebûna bûyerên geza kûçikên beradayî di nav xelkê de bûye sedema tirsê.
Bi taybetî jî kûçikên ku serê sibehê zû derdikevin kolanan ji bo zarokên ku serê sibehê zû diçin dibistanê dibin sedema vê metirsiyê.
Li gorî bijîşkên Nexweşxaneya Almanyayê ya li Kobaniyê, tenê di meha borî de li herêmê nêzîkî 150 bûyerên geza kûçikan hatine qeydkirin.
"Cihê birînê 15 deqeyan bişon"
Bijîşkê Giştî Dr. Ferîd Cimo li nexweşxaneyê şîretan li xelkê dike.
Dr. Ferîd Cimo da zanîn ku kesên rastî geza kûçikan tên, divê cihê birînê bi sabûn û avê bi qasî 15 deqeyan bişon û paşê ji bo dermankirinê biçin nexweşxaneyê.
Ciwanekî ku li Nexweşxaneya Almanyayê tê dermankirin jî ji ber gezkirina kûçikekî li wir bû.
Wî nexwest rû yan navê xwe eşkere bike.
Dr. Ferîd Cimo li ser rewşa nexweşan wiha axivî:
"Meha dawî nêzîkî 150 kes li Herêma Kobaniyê ji ber gezkirina kûçikan hatin nexweşxaneyê.
Li gorî rêbazan, divê ew kesê ku kûçik ew gez kiriye destpêkê cihê gezê bi av û sabûnê bişo.
Birîn hebe yan nebe divê nêzîkî 15 deqeyan bê şûştin û paşê were nexweşxaneyê ji bo dermankirinê."
Zarok ji kûçikan ditirsin
Di şevên Kobaniyê de, dema ku kolan hêdî hêdî vala dibin, komên kûçikên beradayî li koşe û kolanan digerin.
Lê bi hatina sibehê re, dema ku zarok ji bo ku biçin dibistanê derdikevin, ev kolan ji bo wan dibin çavkaniya tirsê.
Dîlocan Elî û Nûrhan Elî du zarokên Kobaniyê ne.
Wan qala tirsa xwe ya ji kûçikan kir.
Zarokan diyar kir ku ew sibehê zû diçin dibistanê û di rê de kûçik hene.
Zarokan da zanîn ku ew ji kûçikan ditirsin û dema ku kûçikan dibînin direvin.
Wan anî zimên ku kûçik har in û carekê ji ber wan reviyane.
Tîmek ji bo derxistina kûçikan tê amadekirin
Gelo dê ev rewş çawa were çareserkirin?
Ji bo bersivê, Rûdawê serdana Desteya Jîngehê ya Kobaniyê kir.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kobaniyê Arif Balî li ser hewldanên wan ên ji bo çareseriyê ev agahî dan:
"Wekî Desteya Jîngehê yan jî Şaredariya Kobaniyê, gava yekem a ku em dê biavêjin ew e ku kûçikên har bên bêbandorkirin.
Her wiha em dê hewl bidin tîmeke pispor amade bikin ji bo ku em kûçikan derxînin derveyî bajêr."
Heta ku çareseriyeke daîmî bê dîtin, zarok dê her sibeh di heman kolanan re derbas bibin.
Kolanên ku her roj ji bo wan bi tirsê dest pê dikin.


