Hewlêr (Rûdaw) – 2 hezar şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) dê tevlî hêzên ewlehiyê yên Îraqê bibin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekê ji Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) dane Rûdawê, sibe 2 hezar şervanên YBŞyê bi fermî tevlî hêzên ewlehiyê yên Îraqê bibin.
Ev gav di çarçoveya peymana tevlîkirina wan hêzan de tê avêtin.
Heman çavkaniyê ji Rûdawê re ragihand ku derdora 3 heta 4 hezar şervanên din ên heman hêzê ku xelkê deverê ne, li benda qonaxên bê ne.
Ew şervan jî li bendê ne ku di demên pêş de bi fermî tevlî hêzên Îraqê bibin.
Tê çaverêkirin ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Fermandariya YBŞyê, sibe di daxuyaniyeke fermî ya hevbeş de hûrgiliyên peymanê eşkere bikin.
Dê li nav Heşdî Şebî û artêşê bên dabeşkirin
Li gorî agahiyan, merasîm dê bi beşdariya gelek fermandeyên pilebilind ên her du aliyan bê lidarxistin.
Di nav wan de Fermandariya Fîrqeya 20î, Fermandariya Hêzên Hevbeş, Fermandariya Rojavayê Nînowayê û fermandeyên YBŞ û YJŞyê cih digirin.
Merasîm dê li Çiyayê Şingalê be.
Hêzên ku tevlî hêzên ewlehiyê yên Îraqê dibin dê li nava Heşdî Şebî, polîs û Artêşa Îraqê bên dabeşkirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, tenê 4 dezgehên medyayê yên Ereban ên Îraqê û 3 dezgehên nêzîkî Yekîneyên Berxwedana Şingalê dê merasîmê bişopînin.



