Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariyê Dêrsimê Bîrsen Orhana bi biryara dadgehê hat girtin.
Piştî xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûman Dadgeha Dêrsimê bi tohmeta, “hewl daye xelkê da ku sûcan bikin” cezayê malê li Bîrsen Orhanê birîbû.
Bîrsen Orhana ku li navçeya Pêrtagê ya Dêrsimê li mala xwe di bin çavdêriyê de bû bi îdîaya 'li dijî yasaya hejmara 2911an derketiye û ji bo erkê xwe pêk neaniye û li berxwe daye' ji malê birin navenda ewlehiyê ya Pêrtagê.
Dozger piştî îfadeya Bîrsen Orhanê wergirt, ew bi daxwaza girtinê şand dadgehê.
Dadgeya Cezayê Sulhê ya Nobedar biryara girtina Bîrsen Orhanê da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse