Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 28 gerîlayên xwe eşkere kirin ku ji Mêrdîn û navçeyên wê ne û di dem û cihên cuda de canê xwe ji dest daye.
PKKyê agahiyên nasnameyên wan 28 gerîlayan bi rêya malpera xwe, tevî wêneyên wan ji bo raya giştî belav kirin.
Hat diyarkirin ku ev gerîla hemû ji parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ne.
Ji bo wan gerîlayên dê sibe li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şîn were danîn.
Ev şîn bi înîsiyatîva Komeleya Alîkarî Piştgirî Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) tê sazkirin.
Şîna ku sibe dest pê dike dê li kêleka Mala Şînê ya Şukru Akayê ya li Goristana Hacilarê, li Qada Bazara Girtî were danîn.


.webp&w=3840&q=75)


