Bedlîs (Rûdaw) - Gola Nemrûdê ya volkanîk ku dikeve navbera navçeyên Tetwan, Xelat û Norşînê yên Bedlîsê, gola kraterê ya herî mezin a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.
Ev gol li cîhanê jî gola kraterê ya herî mezin a duyemîn e.
Çiyayê Nemrûdê cara dawî sala 1441ê teqiyaye ku bilindahiya wê 2 hezar û 250 metre ye.
Gol di hundirê kalderayê de ango di çala volkanîk a Çiyayê Nemrûdê de cih digire.
Di hundirê kalderayê de 5 gol hene ku ya herî mezin gola sar û şîrîn e ku şiklê wê mîna hîvê ye.
Li kêleka wê golên biçûk ên bi ava germ û kaniyên bêhnxweş û germav jî hene.
Ev germav nîşan didin ku çalakiyên volkanîk hîn jî berdewam dikin.
Ji ber hevsengiya baran û hilmê, avhewayeke Nemrûdê ya taybet heye.
Bi dehan cureyên nebatan û ajelan li vir dijîn û ev herêm tê parastin.
Herêma Nemrûdê sala 2003yan wekî "Abîdeya Sirdar a Kalderaya Nemrûdê" hat ragihandin.
Sala 2013an jî ket lîsteya Ramsarê ya zonên avî yên navneteweyî.
Ev herêm bi taybetî havînan gelekî hênik e û xelk ji bo gerê tê vir.
Herî dawî bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wekî parkeke neteweyî hat ragihandin.
Gola kraterê ya Nemrûdê ya li Tetwanê bi sirên xwe deryayeke bedew a veşartî ye.
Kesên ku ev der nedîtine, nizanibin ku ev bedewî ji agirê volkaneke vemirî xelateke sedsalan e ji bo mirovahiyê.
Navê Nemrûd ji kû tê?
Li gorî dîroknas û efsaneyan, ev çiya di serdema xwe de havîngeh û binkeyeke leşkerî ya Şahê Babîlê yê efsanewî Nemrûd bûye.
Navê Nemrûd jî her ji ber wî li wî çiyayî hatiye kirin.
Noqav Serkan Nevruz li ser taybetmendiyên golê agahî dan û got:
“Ev krater li ser asta Tirkiyeyê gola kraterê ya herî mezin e. Li cîhanê jî gola herî mezin a duyemîn e.
Firehiya giştî ya kraterê 46 kîlometre çargoşe ye. Rûberê giştî 36 kîlometre çargoşe ye û rûberê golê jî 10 kîlometre çargoşe ye.
Cihê herî kûr ê golê 176 metre ye û li başûrrojava ye.
Me îro noqaveke geştî pêk anî û em heta 35 metreyan noq bûn.”
Aramiya 4 demsalan
Gola herî mezin a Nemrûdê bi sedan sal in li ser lûtkeyê mîna neynikeke şîn li asmanan dinêre.
Ev der bi xwezaya xwe ya ku aramiyê dide 4 demsalan bala geştyaran dikişîne.
Geştyar Tuba Kotayê li ser bedewiya herêmê anî ziman:
“Hewaya vir û xwezaya vir gelekî me dikişîne.
Ji ber wê yekê yek ji cihên ku me dixwest em bibînin ev der bû.”
Geştyar Metîn Şîmşek jî da zanîn:
“Dibêjin wekî cinetê ye. Ev der jî wiha ye, pir xweş û pir delal e.
Ez dibêjim divê her kes were û vir bibîne.”
Çiyayê Nemrûdê niha bêdeng e lê agirê sedsalan hîn jî di kûrahiya çiyê de dikele.
Li pêşiya Nemrûdê Tetwan û Gola Wanê bi bedewiya xwe her kesî vedixwînin seyra xwezayê.

.webp&w=3840&q=75)

