Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişên çekdar û Erebên hawirde yên li ser koçberên Serê Kaniyê, pêvajoya vegerê bi temamî rawestiya.
Koçberên Girê Spî û navçeya Şehbayê jî li benda vekirina deriyê vegerê ne.
Astengiyên li pêşiya vegerê çi ne?
Kordînatorê Komeleya Hevdestiyê Orhan Kemalê ku bi xwe ji Serê Kaniyê koçber bûye, li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Orhan Kemal qala astengiyên sereke kir û diyar kir ku rewşa ewlehiyê li Serê Kaniyê û Girê Spî nebaş e û got, "Astengiyên ku derdikevin pêşiya vegera koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî ew in ku ewlehî nîne."
Orhan Kemal bal kişand ser dagirkirina malan û got, "Mal û milkên xelkê hîn di destê hinek kesên ji deverên din ên Sûriyeyê de ne."
Wî her wiha da zanîn ku rêyên sereke yên ber bi Serê Kaniyê ve ji ber mayînan girtî ne.
Ev hemû dibin sedem ku xelk nikaribe vegere ser mal û milkên xwe.
Di karwanê yekem de çi qewimî?
Li gorî rapora Komeleya Hevdestiyê, karwanê yekem ê vegerê ji 410 malbatan pêk dihat.
Di nav wî karwanî de nêzîkî 40 malbatên Kurd hebûn.
Dema ku koçber gihîştin bajarê xwe 23 caran rastî êrişan hatin.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji wan êrişan 21 êriş li dijî Kurdan û 2 êriş jî li dijî Ereban hatine kirin.
Ji ber gef û êrişên çekdaran, 50 malbat neçar man ku careke din ji bajêr derkevin.
Ev dîmen û êriş dihêlin ku koçber ji bo vegerê dudil bin.
Rewşa koçberên li Şehbayê
Li aliyê din, dema valakirina dibistanan ji bo koçberên li Şehbayê bi dawî bûye.
Mafnas Cuma Kaloyê ku koçberê Şehbayê ye, ragihand ku ji bo çareseriyê hewldan didomin.
Cuma Kalo diyar kir ku di navbera Komîteya Perwerdeyê, Meclîsa Şehbayê û Birêvebiriya Qamişloyê de civînek tê lidarxistin.
Kalo eşkere kir ku armanca civînê ew e ku çareseriyek ji bo malbatên li dibistanan û xwendekaran were dîtin û got:
“Dema xwendinê nêzîk bûye. Divê amadehî li hemû dibistanan werin kirin da ku xwendekar karibin perwerdeya xwe bibînin."
Wî tekez kir ku divê çareseriyek ji bo wan malbatên ku di dibistanan de dimînin bê dîtin.
Ji ber nebûna aramî û ewlehiyê, rêya vegerê ya koçberên Serê Kaniyê, Girê Spî û Şehbayê hîn jî girtî ye.
.webp&w=3840&q=75)

