Rêjeya beşdariya giştî di hilbijartinê de

30-09-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Rêje Dengdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê rahihand, ku rêjeya dengdanê ya ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê heta demjimêr 15:00a gihîştiye %22.96. Di nav vê rêjeyê de ji bo parêzgeha Silêmaniyê rêjeya heta demjimêr 12:00 hatiye qebûlkirin.

 

Rêjeya beşdariyê ya li parêzgehan heta demjimêr 15:00a ev e:


Li parêzgeha Hewlêrê %35

Li parêzgeha Dihokê 41.

Li parêzgeha Helebce 39.


Rêjeya prêzgeha Silêmniyê ji ber ku Berpirsyariya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Rapirsiyan li Silêmaniyê bersiv neda, hêj nayê zanîn.


Rêjeya beşdariyê ya giştî di hilbijartinan de gihîştiye 22.96a.


Rêjeya beşdariyê heta demjimêr 15:00a li gorî zanyariyên peyamnêrên Rûdawê:


Li Soranê %55.

Li Sêmelê %50.

Li Dînarteyê %48.

Li Şêxanê %49.

Li Ranyê %50.

Li Çomanê %52.

Li Şeqlaweyê %40.

Li Mêrgesorê %80.

Li Rewandizê %50.

Li Baderê %60.

Li Herîrê %52.

Li Amêdiyê %40.

Li Etrûşê %64.

Li Kelekiçiyê %57.


Proseya dengdanê heta demjimêr 18.00ê êvarî berdewam dike. Yanê dema bidawîbûna dengdanê kêmtirî 2 demjimêran maye. Encûmena Komîsyonê jî derbirî ku dema dengdanê bi ti awayî nayê dirêjkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst