Amed (Rûdaw) - Li Amedê bi hezaran kes ji bo ku pirtûkên Selahattîn Demîrtaş bidin îmzekirin ketin dorê.
Başak Demîrtaşa hevjîna Selahattîn Demîrtaş yek bi yek pirtûkên wî îmze kirin.
Di roja îmzekirina pirtûkan de surprîzeke gelekî şêrîn derket pêşberî Başak Demîrtaşê. Ew surprîz jî Selahattîn Demîrtaşê 8 mehî bû.
Dê û bavê wî zarokê ku navê Demîrtaş lê kiriye, ji navçeya Bêrecûkê ya Rihayê hatibûn da ku pirtûkên xwe bidin îmzekirin.
Dema Başak Demîrtaşê ev surprîz dît gelekî bi kelecan bû.
Surprîza Selahattîn Demîrtaşê 8 mehî
Başak Demîrtaşê Selahattîn Demîrtaşê 8 mehî da hembêza xwe û pê şa bû.
Ew li hemberî kenê Selahattîn Demîrtaşê 8 mehî gelekî bi kelecan bû.
Başak Demîrtaşê cara yekem bû ku pitikê bi navê hevjînê xwe ji nêzîk ve didît.
"Dema min da hembêza xwe gelekî hestiyar bûm"
Başak Demîrtaşê hestên xwe wiha anîn zimên, "Ev gelekî bi qîmet e. Tiştên wiha hêzeke mezin didin me.
Hezkirina gelê me kêfa me tîne. Min ji Selahattîn re jî gotibû, ew jî kêfxweş bûbû.
Dema min niha Selahattîn da hembêza xwe, bi rastî gelekî hestiyar bûm."
Dê û bavê Selahattîn Demîrtaş Ataç ji Bêrecûka Rihayê ne.
Demîrtaşê biçûk zarokê wan ê 4an e. Çîroka navlêkirina Demîrtaş digihîje heta Zindana Edîrneyê.
"Ya ji destê me hat ev bû"
Bavê Selahattîn Demîrtaşê biçûk Wedat Ataç li ser çîroka navê kurê xwe got:
"Bi rastî dema Demîrtaş hat girtin, gelekî li zora me çû. Gelê me jî li ber xwe neda.
Yanî di eslê xwe de newêrin li ber xwe jî bidin çimkî dema em dengê xwe bilind dikin, destên me kelepçe dikin. Em nikarin tiştekî bikin.
Tiştê ku ji destê me hat ev bû, me got eger kurekî me çêbibe em dê navê wî bikin Selahattîn Demîrtaş.
Xwedê qismet kir û me jî navê Demîrtaş lê kir. Ya ji destê me tê ev e."
Dêya Selahattîn Demîrtaşê biçûk Şehrîban Ataçê jî got:
"Me got bila Başak Demîrtaş kurê me jî bibîne. Me xwest em ji hev haydar bin.
Wê got bila Selahattîn Demîrtaş derkeve em dê bi hev re werin serdana we. Gelekî hestiyar bû, gelekî kêfxweş bû."
Başak Demîrtaşê pirtûkên hevjînê xwe li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê îmze kirin.
Di pêşangehê de hevdîtina bi Selahattîn Demîrtaşê biçûk re ji bo wê bû surprîzeke gelekî şêrîn.


.webp&w=3840&q=75)
