Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê Komeleya Lêkolînên Kurdî ku bi navê xwe yê berê wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tê zanîn, ji bo serdema payîzê dest bi dewreyên nû yên fêrbûna zimanê Kurdî dike.
Ders bi sê zaravayên Kurdî yên wekî Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî) û Soranî tên dayîn.
Dersên online dê 5ê Çiriya Pêşîn û dersên rûbirû jî 10ê Çiriya Pêşînê dest pê bikin.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak li navenda komeleyê ya li Stenbolê pirsên Rûdawê bersivandin û hûrgiliyên serdema nû eşkere kirin.
"Zêdetirî 300 kesan serî lê daye"
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak da zanîn ku ji bo serdema nû tomarkirin didomin û got:
"Di serdema nû de heta niha zêdetirî 300 kesan serî lê daye û qeydên me hê jî didomin.
Ji bo sê zaravayan ji asta destpêkê heta asta çaran atolyeyên me vekirî ne.
Mamosteyên me amade ne û em jî amade ne.
Dersên online 5ê Çiriya Pêşînê û yên rûbirû jî 10ê Çiriya Pêşînê dest pê dikin.
Dersên online hefteyê 7 rojan ji duşemê heta yekşemê didomin."
Kursên zimên dê heta 12 hefteyan, ango 3 mehan biajon.
Di vê serdemê de bi Kurmancî astên 1, 2, 3 û 4; bi Kirmanckî (Zazakî) astên 1 û 2 û bi Soranî jî asta 1emîn tên vekirin.
Mufredata dersan bi pirtûkên Hînkerê ye
Heno Ronak destnîşan kir ku perwerde li gorî pirtûkên Hînkerê tê meşandin û li ser astên pirtûkan got:
"Ji bo Kurmanciyê pirtûkên Hînkerê yên asta yekem, duyem û sêyem hene.
Ji bo Kirmanckî û Soraniyê astên destpêkê hene û em hewl didin ku astên duyem û sêyem jî ji bo wan amade bikin."
Pirtûka Hînkerê ya Kirmanckî ji aliyê Sîpan Haco û Hînkera Kurdiya Navendî (Soranî) jî ji aliyê Dr. Hêwa S. Xalîd ve hatiye amadekirin.
Eleqeya herî zêde ji bo Kurmancî ye
Ronak li ser daxwaza ji bo zaravayan da zanîn ku eleqeya herî zêde ji bo Kurmancî ye û wiha pê de çû:
"Kurmancî zêdetir tê xwestin lê daxwaza me ew e ku zaravayên me yên din jî werin xwendin û li ser wan bixebitin.
Ji bo zaravayên din jî eleqe heye lê ne wekî Kurmancî ye. Belkî ji ber ku nifûsa Kurmancan zêdetir e wisa dibe lê dîsa jî eleqeya ji bo zaravayên din baş e."
"Ne tenê Kurd, xwendekarên biyanî jî hene"
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî diyar kir ku piraniya xwendekarên wan ciwan û xwendekarên zanîngehan in lê ji hemû beşên civakê beşdar hene:
"Ji her tebeqeyên civakê kes hene. Karker, bijîşk, akademîsyen û xwendekar beşdar dibin.
Her wiha di nav kesên qeyd bûne de tenê Kurd nînin, xwendekarên me yên biyanî û ji neteweyên din jî hene ku serî lê dane û dixwazin fêrî Kurdî bibin."
"Kurdî bikin navenda jiyana xwe"
Heno Ronak bal kişand ser wê yekê ku di demên arambûn û vebûnê de eleqeya xelkê ya li hemberî ziman zêdetir dibe û bangî Kurdan kir:
"Dema ku civak piçekî bêhnê distîne û rehettir dibe, eleqeya ji bo Kurdî jî zêde dibe.
Banga me ew e ku em Kurdî di hemû qadên jiyanê de bi kar bînin. Kurdî tenê ji bo hin cihan nabe.
Divê em Kurdî bikin navend û xala sereke ya jiyana xwe da ku em Kurd bimînin, Kurdayetiya xwe biparêzin û pê serbilind bin."


