Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ragihand ku niha pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi hikûmeta federal a Îraqê re baş in û got, "Em tenê daxwaza bicihanîna destûrê dikin."
Serok Mesûd Barzanî di merasîma bidawîhatina xula 20î a Peymangeha Kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de gotarek pêşkêş kir.
Serok Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser peymana navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amîrî û got:
"Eger ev peyman bê bicihanîn baş e lê heke pêk neyînin, em dê bifikirin ka dê helwesta me çawa be."
"Rewşa herêmê gelekî hestiyar e"
Serok Barzanî destnîşan kir ku rewşa herêmê gelekî hestiyar e û kes nizane ber bi kû ve diçe.
Serok Barzanî li ser şerê mezin ê dema borî jî got, "Me karî heta asteke mezin Herêma Kurdistanê û xelkê wê ji karesateke gelekî mezin biparêzin."
Serok Mesûd Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de wiha anî zimên:
"Em dixwazin pêwendiyên me yên herî baş hebin. Ne bi Îranê re, ne bi Tirkiyeyê re û ne jî bi ti dewleteke din re em dijmin nînin."
Wî her wiha hêvî kir ku li herêmê dawî li şer bê û aştî bi cih bibe.

.webp&w=3840&q=75)

