PSK: Em dijayetiya li hemberî Kurdî sermezar dikin

Duh li 12:57
RÛDAW
Nîşan PSK Amed Hişyariyên Trafîkê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PSKyê li ser reşkirina hişyariyên bi Kurdî yên li Amed û Wanê got, “Em dijayetî û bêtehemuliya dijî çand û zimanê Kurdî bi tundî şermezar dikin.”

Li Amedê û Wanê nivîsên Kurdî yên li ser kolanan ji bo hişyariya ajokaran hatine nivîsandin, ji alîyê hinek kesan ve hatine reşkirin.

Partiya Sosyalîs a Kurdistanê (PSK) li ser mijarê daxuyaniyel belav kir.

PSKyê nerazîbûna xwe li hemberî vê yekê nîşan da û ew kiryar şermezar kir.

“Kes nikare gelê Kurd ji bikaranîna vî mafî bêpar bike”

Partiya Sosyalîs a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em êrişên li dijî ziman û çanda Kurdî red dikin

Di van demên dawî da li dijê ziman û çanda Kurdî êrişên hevwewt pêk tên.

Li bajarên Wan û Amedê, polis û hinek kesên din, nivîsên hêşyariyê yên wek “Hêdî”, “Pêşî Peya” ku ji aliyê şaredaran ve li ser rê û cadeyan hatibûn nivîsîn, bi boyaxê jê birin û şûna wan da nivîsên nijadperest nivîsandin.

Di heman wextê da li gelek bajaran ji ber goved û stranên Kurdî pir kes hatin desteserkirin û paşê jî hatin girtin. Herwisa sirûdên nijadperest bi wan dan guhdarîkirin.

Em dijayetî û bêtehemuliya dijî çand û zimanê Kurdî bi tundî şermezar dikin.

Em êrişên nijadperest û hovane yên dijî ziman û çanda Kurdî red dikin.

Baş tê zanîn ku di salên borî da rêbazên bi vê awayî gelek caran hatin ceribandin lê ti encam jê derneket. Divê ev helweta dijminane bê terikandin.

Zimanê Kurdî mafê gelê Kurd ê herî bingehîn, rewa û mirovî ye.

Kes nikare gelê Kurd ji bikaranîna vî mafî bêpar bike.”

Çi bûbû?

Li Amed û Wanê piştî ku şaredarî ji aliyê DEM Partîyê ve hatin bidestxistin, ev nivîs hatibûn nivisandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hinek rê û cadeyên sereke yên Amedê ligel Tirkî hişyariyên bi Kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” û "Hêdî" jî hatibûn nivîsandin.

Li navçeya Rezan a Amedê, li Cadeya Gewranê nivîsa trafîkê ya “Pêşî Peya” û "Hêdî" ji aliyê hinek kes an kesan ve bi boyaxa reş jê hat birin.

Hefteya borî jî li parêzgeha Wanê hinek kes an kesan hişyariyên Kurdî yên trafîkê jêbiribûn û li şûna wan gotinên nijadperestî yên bi Tirkî nivîsandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst