Li Sêrtê pevçûna malbatan: Parêzgar di nava şer de ma

30-05-2024
RÛDAW
Nîşan Sêrt Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 2 malbatan bi çekan pev çûn û parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya jî di nav şer de ma.

Li gorî zanyariyan îro li navenda Sêrtê di nava du malbatan de pevçûna bi çekan çêbû û di heman demê de karwanê parêzgar Kemal Kizilkaya jî ji herêmê re derbas dibû.

Parêzvanên parêzgar Kema Kizilkaya midexaleya pevçûnê kir û şer bi dawî bû.

Parêzgariya Sêrtê piştî bûyerê ragihand ku di encama pevçûnê de 2 kes birîndar bûne.

Herwiha li ser bûyerê 5 kes hatine desteserkirin û lêpirsîn jî li ser bûyerê dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst