Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li hev civiyan.
Îlham Ehmedê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê vê hevdîtinê de postek belav kir.
Siyasetmedara Kurd behsa hevdîtina xwe û Bakirhan kir û wiha got:
"Ez bi dîtina Hevserokê DEM Partiyê, Birêz Tuncer Bakirhan, kêfxweş bûm. Me mijarên girîng di derbarê doza Kurd û peywendiyên bi gelên herêma Rojhilata Navîn re nîqaş kirin.
Nêrîna me di vê yekê de hevpar bû ku aşîtiya bi rûmet bingeha vê peywendiyê ye.”
Tuncer Bakirhan demeke Ewropayê ye û bi gelek rêxistin û saziyên Kurd ên li Ewropayê re hevdîtinan dike.
Bakirhan 27ê Adarê li bajarê Brukselê yê paytexta Belçîkayê li Parlamentoya Ewropayê di konferansa bi navê "Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" de axaftinek kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse