Bereya Kurdistana Sûriyeyê: Destnîşankirina Ehmed Şer metirsiyê zêde dike

30-01-2025
RÛDAW
Nîşan Ehmed Şer Sûriye Rojavayê Kurdistanê Bereya Kurdistana Sûriyeyê Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bereya Kurdistana Sûriyeyê derbarê destnîşankirina Ehmed Şer wekî Serokkkomarê Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir û hişyarî da ku ev yek metirsiyê zêde dike.

Bereya Kurdistana Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku destnîşankirina Ehmed Şer (Ebû Mihemd Colanî) wekî Serokkomarê Sûriyeyê ti bingeheke wê ya yasayî û destûrî nîne.

Bereyê amaje bi beşdariya komên çekdar kir û got, "Beşdarbûna komên çekdar ên ku tawanên li dijî mirovahiyê li hemberî gelê Kurd kirine, metirsiyên me bêtir dikin ku tiştê bûyî ne ji bo avakirina Sûriyeya nû û demokratîk e."

Divê kongre bihata lidarxistin”

Li gorî daxuyaniyê, diviyabû pêşî kongireya diyaloga Sûriyeyê ya giştî bihata lidarxistin û encûmeneke hukmê ya veguhêz bihata avakirin.

Bereyê diyar kir ku piştre diviyabû kesekî sivîl bi awayekî demkî wekî serokê Sûriyeyê bihata destnîşankirin.

“Em bang li civaka navneteweyî dikin”

Bereya Kurdistana Sûriyeyê di berdewamiyê jî de got:

"Em bang li civaka navneteweyî û hêzên aktîv ên li Sûriyeyê dikin ku zextan bikin ji bo pêvajoyeke siyasî ya rast ku mafên tevahiya pêkhateyan di Sûriyeya nû de were parastin."

Bereyê amaje bi wê yekê jî kir ku her qonaxa siyasî ya veguhêz divê giştî be.

Li gorî Bereya Kurdistana Sûriyeyê be û her qonax di bin çavdêriya navneteweyî de be û li ser bingeha rêzgirtina li mafên tevahiya pêkhateyan be.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) tevî rêxistinên hevpeymanên xwe 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û rejima Beşar Esed rûxiya.

Piştî rûxana rejima Beşar Esed Serokê Heeyeya Tehrîr El Şam bû Serokê Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyeyê.

Doh Birêvebiriya Operasyonên Leşkerî yên Sûriyeyê civiya û piştî civînê biryar da ku Ehmed Şer ji bo qonaxa veguhêz bibe Serokkomarê û Sûriyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst